Serokê desteya danûstandinên Sûrî, Nesir Elherîrî, tekez kir ko çareseriya siyasî ya herdemî li Sûriyê tê bi rêya damezirandina desteya desthilata veguhêz ya bi karûbarê tekûz yên cîbicîkirinê, li gora biryararên Encûmena Ewlehiyê û ya sereke daxuyaniya Cinêvê û biryara 2254.
Elherîrî dibîne ku damezirandina desteya desthilatdar pêngava yekem e, bo gihaştina çareseriya siyasî li Sûriyê û ew girêda “bi daxwaziya civaka navdewletî û Rûsya ya rastî, û rewabûna vê daxwazê li gora lêvegerên navdewletî , û biryara Encûmena ewlehiyê û pêkanîna zemîna aram û bêlayen nayê bicîkirin; bêyî wê(desteya desthilatdar) ji bo çareseriyê.
Û Elherîrî got ku giring e hemû bendên din yên mirovî û ji wan jî berdana girtiyan û dadpirsîna li digel tawankarên cengê ko bêyî dadweriya veguhêz aştiya berdewam pêk nayê.
Elherîrî bal kêşand ser ko rêjîma Esed û Rûsya giringiyê didin operasiyonên leşkerî , û ya dawî li herêmên kêmkirina şerî li bakurê Sûriyê bû, ko bi sedan sivîl bûne qurbanî, ew jî digel ko rêjîm û Rûsya damezirandina komîta destûrî asteng dikin, ji bo rawestandina pirosesa siyasî bi tevayî.
Elherîrî ji netewên yekgirtî û dewletên kartêker daxwaz kir ko pêvajoyeke nû ji bo çareseriya siyasî bibînin, û got: ‘’Divê em li biryarên navdewletî yên ko çareseriya siyasî li Sûriyê nexişandine vegerin, ji bo damezirandina desteya desthilatdar ya veguhêz ya li gora qonaxên destnîşankirî. ‘’
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî