Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Tabûrên artêşa Sûrî ya azad wek tekezkirinekê li ser şiyanên xwe yên xweragiriyê, ji bo bersiveke tund be li beranberî stratejiya yekalîkirina leşkerî ya rêjîm û hevalbendên wê dixwazin bi xwînê ferz bikin, wan karîne li ser qada şer destkeftek nû bidest bînin, û rê li pêşiya her pêşketineke hêzên rejîmê û milîsên terorîst li deverên bakurê Hemayê bigirin.
Tabûrên artêşa azad, berxwedan û çeperên xwe li Tel Hamamiyat yê stratejîk li gundewarê bakur-rojavayê Hemayê xurt kirin, û di dema çend demjimêrên borî de, bersiva êrîşên vajî yên ji aliyê hêzên rejîmê û milîsên Îranê yên xwedan cureyên cuda yên mertal û çekan dan, û ziyanên giran gihandin wan.
Hevbdndiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, pesnê şervanên Artêşa Azad li eniyên cuda dide, û tekeziyê li ser girîngiya rola wan dike, ku ne bitenê ji bo parastina welatiyên sivîl û rêgirtina li ber rejîmê û hevalbendên wê ye, ji bo nehêlana pêkanîna planên wan, lê herwiha rola wê bandoreke rastyeqîn li ser rêya şoreşê jî heye, bi taybetî derbarê dupatkirina li ser pêdivî û girîngiya çareseriya siyasî, ji ber ew takerê ye bo çareseriyê.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofisa Ragihandinê
12.07. 2019