Rijêma Esed û Rûsya êrîşên xwe yên asîmanî li ser derverên kêmkirina şer li bakurê Sûriyê pir kirine, bi taybetî li Idlibê û gundewarê wê, û bû egera şehîdketin û birîndarbûna bidehên kesan ji sibeha doh pêncşembê de, her weha ruxandina şeş navendên sivîl.
Û Berevaniya Sivîl a Sûrî got ku çar êrîşên asîmanî yên 2 balafirên cengê roja înê dijî bajarê Maaret Alnu`iman li gundewarê Idlibê pêk hatine, û bûne sedema kuştina 2 zarokan û birîndarbûna 7 sivîlan ku sê zarok di nav wan de hene, wek hejmarek destpêkî.
Her weha êrîşek bi çar mûşekan di operasyoneke asîmanî de li ser taxa Aqusûr îro sibehê, û bû sedema çêbûna kuştin û birîndarkirinê, ku tîmên Berevaniya Sivîl hejmara wan ranegihandine, ji ber ku ew bi vemirandina agiran mijûl in.
Û balafirên şer ên rijêma Esed û Rûsiya bûne sedema pêkanîna “komelkujiyên metirsîdar” li bajarê “ Cisr Alşixûr” ê gundewarê Idlibê, piştî armanckirina malên sivîlan û dikanan, li gor ku Berevaniya Sivîl dibêje, û diyar kir ku 6 sivîl şehîd ketine yek ji wan zarok e, û 9ên din birîndar bûne.
Û Berevaniya sivîl amaje kir ku navendên wê yên li bajarê “ Xan Şêxûn” tûşî bombebarana bi 14 êrîşan bûne. Û rojmnameya Ineb Beledî diyar kir ku bombebarana rijêmê û Rûsya bû sedema ku 6 navendên pizîşkî bi temamî ji kar bikevin.
Û rojnameyê li ser zarê peyamnêrên xwe veguhestiye ku navendên xizmetguzariyê wek xestexaneyên neştergeriyê û navendên berevaniya sivîl û dibistanek ketine ber êrîşên asîmanî de, û Komeleya Pizîşkî ya Sûrî- Amerîkî “Sams” doh pêncşembê diyar kir ku nexweşxaneya “Mer`eret Alni`hman” tûşî êrîşeke asîmanî bûye, di dema hebûna bêtir ji 250 kesî, ji nexweş û birîndar û kadroyan, 48 zarokên şîrmij û nûjidaykbûnyî di di nav wan de hene.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, ji NY xwest ku êrîşên rijêmê yên leşkerî yên sivîlan li Idlibê armanc dikin pirotesto bike, û daxwaza tevgereke jidil kir ji bo rawestandina êrîşan û parastina sivîlan.
Û Hevbendiya Niştimanî armanckirina sivîlan bi “Dijminkarî” bi nav kir, û tekezî li ser giringiya aktîvkirina sîstema sizakirinê û dadweriya veguhêz kir, her weha mukumkirina yasaya sizayên abûrî û yasayî yên li ser rijêma Esed hatine sepandin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî