Daxuyaniyeke Rojnamevanî
Teqînên teroristî yên ko evro şembiyê 27.07.2019 yên ko gundewarê Helebê amanc kirine û di encamê de 3 kes şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne, hevdem bû li gel tawaneke nû ya firokên rêjîmê derheqê sivîlan li bajarê Erîha li Idlibê , û di encamê de 11 kes şehîd ketine û bi dehan birîndar bûne.
Ligel tawan û tiroristiya berdewam derheqê Sûriyan de, dîsa diyar dibe ko miletê Sûrî beraberiya hevpeymaniyeke tiroristî dike ko hemû şêweyên tiroristiyê tê de kom dibin, di heman çaxê ko bêdengiyeke navdewletî heye.
Xwîna miletê Sûrî dirije û welatê wî wêran dibe û xortên wan têne girtin û koçberkirin… tawan û binpêkirin rojane derheqê miletê Sûrî pêk tên, hêj civaka navdewletî nikare têwerdanê bike bo vê komkujiyê rawestîne, û hêj dewletên aktîv di bêdengiya xwe de berdewam in, wek ko tiştê bi serê Sûriyan tê di berjewendiya wan de ye.
Bajar û bajarokên Hema û Idlib û Laziqiyê dikevin ber bombebaraneke tund ji hêla firokên rêjîmê û dagîrkerên Rûs, hejmara qurbaniyan bêtir dibe û civaka navdewletî berpirs e di ber tawanên berdewam ên li ser xakê de, her weha di ber rewşa astengîkirina çareseriya siyasî.
Berpirsiyariya civaka navdewletî di ber tawanên rêjîmê û Rûsya de tekez e, û ev dihêle Hevbendniya Niştimanî daxwazê ji Encûmena Ewlehiyê û Netewên Yekgirtî û dewletên kartêker bike ko têwerdanê bikin bo êrîş û tawanan rawestînin, û parastina sivîlan dabîn bikin, û nehêlin tiroristiya derheqê wan berdewam bimîne, û kar bikin bo pêvajoya siyasî ya dosya Sûrî li gora biryarên navdewletî bilivînin.
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê
Ofêsa Medya û Ragehandinê
27.07.2019