Gelek nexwşiyên havînê li nav zarokên Efrînê li hindir kampên PYDê li bakurî Helebê belav bûne, û rewşa xelkê pir dijwar e.
Çalakvan Elî Zeyno ji malpera me re ragihand ku piştî havînê dest pêkir bi hezaran zarok bi nexwşiyên havînê ketin û rewşa tenduristî pir xirab û dijwar e.
Zeyno tekez kir ku bêhtr ji 4000 zarok tûşî nexweşiyê zikçûnê, leşmaniya, îltîhabên sîng û hinek nexweşiyê din bûne.
Her wiha Zeyno bal kişand ku li hindir kampên PYDê li bakurî Helebê derman tuneye , û rêjîma Esed rê jî nade nexweşan ku biçin Helebê ji bo wergirtina çareseriyê.
Zeyno da zanîn ku li gor çavkaniyên tenduristî sedemên nexweşiyên li hindir kampên PYDê ava gemar e, grema havînê ya zêde, û nexweşiyên kêmbûna xwarinê “gelek zarokên biçûk jiyana xwe ji dest dane, di encama têkçûna rewşa tenduristî li hindir kampên PYDê li bakurê Helebê”.
Tê zanîn ku bi hezaran malbat ji xelkên Efrînê di kampên PYDê de yên li derdora bajarê Helebê hene û rê nadin wan ku jê derkevin.
Jêder: Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî