Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, tekezî li ser piştgiriya xwe ji pirojeyê ku endamên Encumana Ewlekariyê pêşkêş kirine re kir, yê ji bo vekirina vekolîneke navnetewî derbarê armanckirina rijêma Esed û Rûsya ji deverên sivîlan û baregehên pizîşkî re li Idlibê û Gundewarê Hemayê di hersî heyvên bûrî de.
Û cîgira serokê Hevbendiya Niştimanî , Dîma Mûsa, got ku rijêm û Rûsya tewanên cengê yên beloq pêk anîne, di riya armanckirina nexweşxane û xalên pizîşkî û navendên Berevaniya Sivîl û herweha malên sivîlan û sûk û perestgehan, û destnîşan kir ku ev armanckirin bi mebest e, û ev yek dihêle Encumana Ewlekariyê têkeve “bin fihêtiyek mezin” eger ji bo rawestandina van binpêkirina tevnegere.
Û got ku Encumana Ewlekariyê di bin gefa “jidestdana baweriya tevaya cîhanê de ye” wek dezgeheke navdewletî ya kare ewlekarî û aştiya navdewletî biparîze, û daxwaza avêtina gavine kartêker û jidil ji pirotestokirina binpêkirinan û rawestina wan a yekser.
Û ji nav endamên ku daxwaza vekolînê kirine: Amerîka, Brîtanya, Ferensa, Almanya, Beljîka, Pîro, Polenda, Kiweyt, Komara Domînkî û Andenosya.
Û daxwiyaniyeke NY ku doh sêşembê derketiye diyar kir ku du par ji sê parên Encumana Ewlekariya Navdewletî daxwaza vekirina vekolîneke navdewletî derbarê armanckirina rijêmê û Rûsya ji nexweşxaneyan re li Idlibê, ji emîndarê giştî yê netewên yekbûyî , Antonyo Goteres, kirin.
Û Mûsa tekezî li ser giringiya sizakirina tewankarên tewan li Sûriyê pêkanîne kirin, û dîtin ku berdewamiya rijêmê û Rûsiya li ser vê “rêbaza tewankarî”; prosesa siyasî rawestand û lihevkirina kêmkirina şer têk bir, ewên ku divabûn bibin bingeh ji bo agirbestê, û vê hişt derftên çareseriya siyasî li Sûriyê têk biçin.
Û Mûsa diyar kir ku sivîlên Idlibê û gundewarê Hemayê derdê pîsbûna rewşa mirovî dikşînin, ji ber operasyonên bombebarana berdewam. Û bal kişand ser ku armanckrina navendên jîndariyê bûye sedema derbiderbûna bi sedhezarên sivîlan, û ev dibe sedem ji çêbûna pêleke nû ya penaberiyê re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya NIştiman ya Sûrî