Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, nameyek ji emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîs û serok û endamên Encûmena ewlehiyê re şand, tako bala wan bikişîne ser rewşa mirovî ya aloz li bakurê rojavayê Sûriyê bi sedema tawanên rêjîmê û Rûsya yên ko bi berdewamî li wir pêktînin.
Elebde diyar kir ko rewşa sivîlan roj bi roj xerabtir dibe, bi sedema wêrankirina berfireh û derbasbûna bi tekûzî bo bajarine gundewarê Idlib yê başûr û gundewarê Hema yê bakur û dorpêçkirina herêmine din, û gefan dixwin ko wê sînaryoyên mîna wan pêk bînin.
Û got ku bêtir ji milyonek mirovên Sûrî li ewlehiyê digerin û li çolan an li kampan belavkirî ne, û bal kêşand ser ko piraniya derbideran çûne ber bi herêmên nêzîkî sînorê Tirkiyê çêtir dîtin.
Elebde di nameya xwe de diyar kir ko derbiderî hêj wek berê ye, û got ku ev mijar ‘’bêtir fişarê dide ser civakên mêvandar li herêmên derbideriyê ko ew bi xwe pêdiviya wan bi alîkariyê heye, ew mijar jî dihêle ko ew bi çûna ber bi dewletine din ve biramin, tev ko rêyên metirsîdar li hêviya wan in. ‘’
Elebde daxwaz kir ko alîkariyên mirovî yên Netewên Yekgirtî bigehên herêmên Idlib û gundewarê Hema û Helebê û Laziqiyê, di rêya sînorê Tirkiyê re li gora ko biryara 2165 ya sala 2014 û biryara 2449 ya sala 2118.
Daxwaz kir ku alîkarî li cihên din jî bêtir bibin, û pêdiviyên xwarin, fêrkirin, tendiristî û xizmetên din ji derbiderên li wan herêman niştecih bûne peyda bikin.
û tekezî li ser giringiya piştgiriya pêvajoya siyasî kir, tako bigehên veguhastina siyasî û rê nedin rêjîmê careke din wê têk bide, û got ku çareseriya qeyrana mirovî li Sûriyê divê bigehêne biryareke siyasî ko biryara 2254ê bi tekûzî cîbicî bibe.
Elebde destnîşan kir ko sê milyon sivîl li Idlib qelenê êrîşên bê dawî didin, û diyar kir ko rêjeya jinan 25% û ya zarokan 51% ji hejmara sivîlan ne, û got: ‘’ Derdê bêtir jin dikêşînin, û nêzî 400 hezar zarok naçin dibistanan, û 150 hezar zarokên derbiderên nû pêdiviya wan bi xizmetên lezgîn yên xwendinê hene. ‘’
Bêtir got ku miletê Sûrî bobelateke mirovî ya pir xerab dijî, ku ji cenga cîhanî ya duyem ve weha nebûye, û berpirsiyarî ya civaka navdewletî ye, ku gerek e tevbigere û nehêle metirsî li ser ewlehî û aştiya navdewletî çêbibe.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî