Desteya siyasȋ ȋroj di civȋna xwe de pilana misogirkirina saxlemiya sivȋlan li Idlibȇ ȗ vegerandina xizmetȇn sereke ȗ misogrkirina pȇdiviyȇn hawarçȗnȇ gotubȇj kir.
Herweha nexșeya rȇ bo yekirina helwestȇn hevrikiyȇ ber bi çareya siaysȋ di riya hevdȋtinȇn diyalokê re di nav hȇzȇn hevrikiyȇ, ȗ șopandina lȇkolȋna belgeya nerȋnȇn sereke bo serastkirina siyasȋ di Sȗriyayȇ de gotubȇj kir.
Herweha civȋnȇ karubarȇn revenda Sȗrȋ li Yemenȇ, awayȇ dîtina riyên aram ji bo derxistin ȗ parastina wan , ȗ çareyȇn melbenda Mosko 2 ku karȇn xwe berȋ du rojan bidawȋ kir gotubȇj kirin.
Endamȇ Desteya Siyasȋ ȗ serokȇ Hevbendiyȇ yȇ berȇ Hadȋ El- Behra, got ku pilana karȇ parastina bajarȇ Idlibȇ ji êrîşên asîmanî li ser bajȇr ȗ xelkȇn wȋ yên ku rejȋma Esed pȇk tȋne di riya wan re bermȋlȇn teqȋner bi ser serȇ sivȋlan de diavȇje, ew yek jȋ divȇ di riya rȇxistinȇn navdewletȋ ȗ welatȇn cȋhanȇ re be, bo berpirsiyariyên xwe derheqȇ sivȋlan hilgrin.
El – Behra diyar kir ku desteya siyasȋ gavȇn gerek bo dȗbare aktȋvkirna saziyȇn dewleta Sȗrȋ yȇn xizmetguzarȋ ku samanȇ milletȇ Sȗrȋ ne, gotubȇj kirin, ȗ pȇwistiya tȇkiliya berdewam bi hemȗ çalakiyȇn civakȋ, civaka sivȋl, ȗ ketîbeyȇn șoreșger ȇn leșkerȋ bo misogerkirina pȇkanȋna vȇ pilanȇ tekez kir.
Jȇder: Hevbendȋ