Endamên desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê dawîtirîn pêşveçûnên meydanî û mirovî li herêma Deşta Elhewla li Humsê gotûbêj kirin.
Di civîna Encûmena xwecihî ya yekbûyî ya herêma Elhewla roja înê di rêya internetê de gotûbêj kirin, di çarçoveya pirogramê çaksaziyê û peyketina rewşa meydanî ya ko desteya serokatiya nû bi serpereştiya mamoste Riyad Sêf pêşniyaz kiribû.
Herdu aliyan biwara meydanî û pleya dorpêçê ya ko hêjî rêjîma Esed li herêmê feriz dike gengeşe kirin, û tekez kirin ko rewşa perwerdeyê û ya fêrkirinê li herêmê pir xerab e, herweha civîngeran destnîşan kirin ko rewşa mirovî li Hewla pir aloz e.
Serpereştin ji Encûmena xwecihî gotin ku hêj rêjîm sivîlan bombebaran dike û qet naraweste, û diyar kirin ko êrîşên asmanî li dijî xelkê piştî peymana “Xefid Eltewetir” kêm bû, lê li gora Encûmena xwecihî wê rê li ber rêjîmê negirt ta ko herêmê bi top û şeşberan bombebaran neke.
Serpereştan amaje bi helwesta Hevbendiya Niştimanî Sûrî kir, û gotin ewê piştgiriya xwe ya tekûz ji Hevbendiya Niştimanî û pêvajoya wê ya siyasî re bikin, û ew dibînin ku Hevbendî nûnera Sûriyan e li pêşberî cîhanê, tako hêviyên milet misoger bike û şoreşa wan biserbixîne.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiyê tekez kirin ku Hevbendî heta jê bê wê alîkariya Encûmenê di beraberiya astengiyê ku tên pêş de bike, û dê hevrêzkariyê bi desthilata demkî û encûmena parêzgeha Humsê re bike, tako astengiyên têne pêşberî sivikkirina derdê miletê navçeyê rakin.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî