Hikûmeta demkî bi hevkariya encûmena xwecihî ya parêzgeha Himisê û yekîniya piştgiriyê, ava vexwarinê ji xelkê bajarê Teblîsê yê dorpêçkirî re dabîn kirin, piştî rawestandina rêkirina ava vexwarinê ji Teblîsê re bi sedema bombebarankirina kogehên rêkirina avê û nimizbûna asta ava di zikê erdê de li navçeyê.
Hikûmetê dubare ava vexwarinê gihand bajêr yê bi dûrahiya 11 k.m dikeve bakurê bajarê Himisê, bi riya cîbicîkirina pirojê “avdana Teblîsê”, bi rêka danîna pumpên avê li ser hêla ava ” Sarîko” ya di navbera herdu parêzgehên Himis û Hema de û dabînkirina keresteyên sereke bo bikaranîna pumpan.
Serokê hikûmeta demkî Cewad Ebû Heteb got ku berî her tiştî ev piroje mirovî ye, û xelkê Telbîsê ji aliyê hêzên Rijêmê rastî dorpêçkirinek dijwar dibin, û got ku dibe ev piroje karibe “xem û şûnwarên dorpêçkirina zordar li ser xelkê navçeyê sivik bike û bişkîne bi rêka peydakirina avê û binyatgeriyên serekî yên jiyanê, herwiha ku ev yek wê moralê şoreşgeran li wan navçeyan li dijberiya Rijêma diktator bihêz bike”.
Ebû Heteb balkişand ku Hikûmeta demkî hewl dide ku bi rola xwe rabe di warê cîbicîkirina pirojên geşepêdanê û dabînkirina pêdawîstiyên bilez ji xelkê navçeyên rizgarkirî re.
Têzanîn ku hejmara bajarê Teblîsê digehêje derdora 50 hezar kesî, û ev zêdî sê sala ye ku ji aliyê rijêma Esed ve bi timamî hatiye dorpêçkirin û carcar ji aliyê hêzên Rijêmê û milîsên alîgirên wê tê bombebarankirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî