Rêxistina NY ya zarokan “UNICEF”, duhî roja înî, kuştina 25 zarokan û birîndarbûna hejmarek zarokên din û dorpêçbûna 40 hezar zarokên asê mane li ser hêlên şer bi sedema zêdebûna şer û pevçûnan li parêzgeha Reqê ya li bakurê Sûriyê ragihand.
Kirîstov Bolêrak, berdevkê “UNICEF”ê duhî li nivîsîngeha NY li Cinêv di kongirekî rojnamevanî de tekez kir ku ” tundûtûjiya giran ya li Reqê jiyana zêdetir ji 40 hezar zarokên dorpêçkirî xistiye di metirsiyek mezin de“.
Bolêrak got ku raporên tirsnak ji navçeyan digehêjin NY û got ku “80 hezar zarok ji ber şerê Reqê ji navçeyê koçber bûne”, û daxwaza raguhestina zarokan bo navçeyeke aram kir.
Ji aliyek din, berdevkê nivîsîngeha NY ya karubarê mirovî ” Yins Larka” got ku zaniyarî tên ku 200 hezar kes di navçeyê de dorpêçkirî mane.
Larka got ku sivîl nikarin xwe bigihînin alîkariyên mirovî, û zêdetir ji 440 hezar sivîlî zerermed bûne bi sedema oparesyonên leşkerî yên dijî terorîstên DAIŞê.
Herwiha duhî ji aliyê hin jêderên xwecihî kuştina 45 kesan hatibû ragihandin, bi sedema bombebarankirina taxên Reqê bi bombeyên fisfora spî li mawê 48 demjimêrên dawiyê ji destpêkirina oparesyona standina bajarê Reqê ji dest rêxistina DAIŞê ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ya jinavbirina DAIŞê, ya bi serkêşiya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî