Doh înê çalakvan û sivîlan rawestaneke pirotestokirinê li dijberî “Desteya Rizgarkirina Şamê” li bajarê Serabê li gundewarê Idlib lidar xistin, bi sedema bûyerên li bajarê Me’ret Elnu’man çêdibin.
Acansa Simart anî ziman ko xwepêşanderan kirdeyên “Desteya Rizgarkirina Şamê” li dijî sivîlan û alayên artêşa Sûrî ya azad li bajarê Me’ret Elnû’man li gundewarê Idlib pirotesto kirin, û daxwaz berdana girtiyan û rawestandina êrîşên li ser alayan kirin.
Ew rawestan piştî çend demjimêran ji berdana guleyan dijî xwepêşandana Me’ret Alnu’man çêbû, ya di encamê de çend sivîl birîndar bûn û çar hatin girtin.
Hêjayî gotinê ye ku Desteyê roja pêncşembê têwerdana bajarê Me’ret Elnû’man kir di dema ko xelk difitirin, û êrîş da bargehên Artêşa Azad û di encamê de kuştî ji herdu aliyan çêbûn, û serpereştekî “Polîsên Azad”jî hat kuştin
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Simart