Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê Nezîr Elhekîm tekezî li ser piştgiriya operasiyona siyasî li Cinêvê kir, tako bigihên damezirandina desteya desthilatdar a veguhêz a xwedan hemû karûbarên cînicîkirinê li gora daxuyaniya Cinêv1 û biryarên Encûmena Ewlekariyê û cihê Esed û zilamên wî tê de tune be.
Ev di gotina emîndarê giştî di hevdîtina digel sekretêrê yekem yê balyozxana Ostiralî li Enqere Tamsin Sandirsin de hat, û têde pêşveçûnên meydanî û siyasî ronî kirin, û tekezî li ser pêşvebirina peywendiyên herdu aliyan kirin.
Elhekîm got ko rêjîma Esed ew e ya serkeftina operasiyona siyasî li Cinêvê têk dibe û cîbicîkirina biryarên navdewletî red dike, û sûr e li ser çareserkirina leşkerî û ewlekarî û rijandina xwînê ji bo di desthilatê de bimîne, û ew sedema sereke ye ji dirêjkirina qeyrana Sûriyê û çêbûna rêkxistinên tiroristî re.
Elhekîm bal kêşand ser ko giring e piştgiriya ji desthilata Ostiralî bo miletê Sûriyê tê kirin, di rêya Hevbendiya Niştimanî û dezgehên wê (Desthilata Sûrî Ya Demkî û Yekîneya Hevrêzkariya Piştgiriyê) be, destnîşan kir ko piştgiriya ji rêjîmê re tête pêşkêş kirin ji leşker û milîtanên Îranî û yên mezhebperest re diçe, û alava wî ya leşkerî ji bo şerê lidijî miletê Sûrî xurt dike.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî