Îro roja pêncşemê, serokê Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikbiriya Sûriyê Riyad Sêf û şanda Hevbendiyê ligel wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Cawîş Oglo û şîwerdar Omît Yalcin û rêveberê giştî yê bazinê rojhilata navîn civiya.
Şanda Hevbendiyê tevî serokê Hevbendiyê ji herdu cîgirên wî Ebdulrehman Mistefa û Selwa Aktaw û sikirtêrê giştî Nezîr Elhekîm û Hewas Se’dûn endamê desteya siyasî pêk dihat.
Di hevdîtinê de dawîtirîn pêşhatên meydanî û siyasî li ser qada Sûriyê ji aliyê herdu aliyan hatin gengeşekirin, û têde serokê Hevbendiyê sipasiya helwesta Tirkiyê bi gel û serkirdayetiya wê ve kir, li ser piştgiriya wê ya ji doza gelê Sûriyê û ji tekoşîna wî re ya ji bo rûmet û azadiyê, û ezmûna demokrtaîk ya li Tirkiyê bi bilindî nirxand.
Herwiha Sêf boçûnên desteya serokatiya nû ya Hevbendiya Niştimanî ji qonaxa bê re pêşkêş kir, û hejmarek ji pirojeyên hikûmeta demkî li navçeyên rizgarkirî dan destê wezîrê derve, hevdem destxweşî li hevkariya sercem dezgeh û wezaretên hikûmeta Tirkiyê kir li ser asanîkirin û encamdana wan pirojeyan û hevkariya wan ligel tîmên hikûmeta demkî.
Herwiha hin rêşûn û fayîlên din hatin gengeşekirin, nemaze yên taybet bi penaberên Sûriyê li Tirkiyê wek vîza û xwendin û niştecîbûnê.
Ji aliyê xwe ve, wezîrê derve yê Tirkiyê pîrozbahî li desteya serokatiya nû ya Hevbendiya Niştimanî kir û dubare piştgiriya welatê xwe ji mafên gelê Sûriyê û şoreşa wî re diyar kir, û rijdiya xwe li ser yekparçebûna Sûriyê bi xak û gelê wê ve dupat kir.
Herwiha Cawîş Oglo berdewamiya piştgiriya Tirkiyê ji şanda opozisyona Sûrî re di danustandinên Cinêv de tekez kir, û bal kişand li ser giringiya hevkarî û hemahengiyê di navbera aliyên siyasî û leşkerî yên opozisyonê de, nemaze di navbera Hevbendiya Niştimanî û desteya bilind ya danustandinan de.