Şoreşgerên Horanê doh navê “Sehiq Eltuxat” li destdanîna ser Firokxana Else’ile ya leşkerî ya li Gundewarê Siwêda ê Rojava kirin.
Alayên Artêşa Azad bi dehan mûşek û guleyên topan bi ser hêzên Esed li hundirê Firokxana Else’ile ya leşkerî û Til Elhedîd li Gundewarê Siwêda yê Rojava barandin, di encamê de agir bi hundirê Firokxanê ket.
Îro sibehê jî Şoreşgeran Firokeke cengê ya Mêg ku li ser Beser Elherîr xelk bombebaran dikirin bi (dijbera Firokan 23) anîn xwarê.
Her wiha doh Şoreşgeran hêsîr bi hêzên Esed re beraber kelaxên kuştiyên Rêjîmê guhertin. Ew ên di şerên dawî de li ser destê Şoreşgeran hatibûn kuştin gava ko hêzên Rêjîmê dixwestin derbasî bajarokê Lucat û Beser Elherîr bibin.
Operasiyona guherînê li bajarokê Beser Elherîr yê Rojhilatê Der’a çê bû, bi çavdêriya Tîpa Amûd Horan ya li Herêmê kar dike. 11 Jin û 13 Mêr piraniya wan ji bajarokê Beser Elherîr in, yên ko ber bi Izr’eh ve derbider bibûn û Şaxa Ewlekariya Leşkerî ew hêsîr kiribûn û li Izr’eh girtî bûn, Şoreşgeran ew bi 65 kelaxên hêzên Esed guhertin.
Ev pêşveçûn çê bûn piştî rojekê ji kontrolkirina Lîwayê 52 yê ko diwemîn mezintirîn Lîwayê leşkerî Sûrî ye, piştî cenga Elqesas ya ko alayên aniya Başûr sêşema çûyî ew wisa binav kirin.
Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî xweşhaliya xwe bi qehremaniya Şoreşgerên Horanê û yên hemû aniyên şer li Sûriyê da, û tekez kir ko tiştê li ser xakê dibe ji bûyeran pêvajoyeke xwezayî ye.
Bi taybetî dema gotina Şoreşgeran dibe yek û bizav û tekoşîna wan digelhev e ,hingê ew Rêjîma ko sosret anîne serê milet qet nema biser dikeve. Bê guman vedengiya evan serkeftinan dê li hemû aliyên Sûriyê belav bibe heta ko serkeftina tekûz misoger bibe.
Elmislit tekez kir ko cenga rizgarkirinê li hemû aliyên Sûriyê berdewam e. Her wiha Hevbendiya Niştimanî soz bi berdewamiya bizava ko bigihêje çareseriyeke siyasî û amancên gelê Sûriyê misoger bike û rijandina xwînê birawestîne da Gelê Sûrî Çekan bavêje û ji bo avakirina Sûriya paşerojê xwe amade bike.
Jêder: Hevbendî