Berêz Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimaniya Sûrî rexne girtin li nedana alîkariyên pêwîst bo Artêşa Sûriya Azad, da rûbirûbûna “Daiş”ê û rêjîma Esed herduyan bike”. û daxwaz ji Hevpeymaniya navdewletî kir ji bo “parastina asmanî bo Artêşa Azad li navçeyên Daiş jê vedikişe , ji boyî tûşî êrîşên hewayî yên hêza Esed nebin, û herwiha pişgiriya artêşa Azad bête kirin bo dagirtina her valahiyeka çê bibe piştî têkçûna Daiş”. herwiha di dîdarek taybet de ligel rojnameya “Elheyat”, Elbehra helwêsta Hevbendiyê ji şewazê divê bête bikaranîn bo jinavbirina terorê û got:” pêwîste jinavbirina teror û tundrewiyê bi rêka bernameyekî tekûzkirî bibe, û netenê bi karê leşkerî, û pêwîste kar li ser sedemên terorê bête kirin(terora Esed)”. û derbarê serdana şanda Hevbendiyê bo Niyoyorkê, Elherîrî got ku ” Rêveberiya Amerîkî bo sozên zelel bi pêwîstiya hemahengiyê ligel serkirdayetiya Siyasî û ya leşkeriya (Şoreş)ê dan, û wê roleka wê ya serekî hebe di bernameyê dijberiya terorê de. Herwiha çend dewlet wek Firensa û Birêtaniya û Tirkiya û dewletên dîtir yên piştgir wek Se´ûdiyê û Qeter, li ser heman nêrîn û têgihiştinê ne, ku em nikarin tiştekî pêk bînin bê hebûna pirogramekî sertaserî û hemahengiyek temam û mikom. Heta dibe ku helwêsta Rosiyan bête gohertin derbarê Esed di dema terazûyên hêzê li ser qada Sûriyê bên guhertin. ku hin berjewendiyên taybet yên Rûsiya hene. Pirs xwe peya dike, gelo ew alîgiriya rêjîmê dike ji ber hezkirina wê ji rêjîmê re, yan jî piştgiriya rêjîmê dike ji ber ku berdewamiya desthilata rêjîma Esed berjewendiyên Rosiya pêk tîne? Li vêderê û di pêşiyê de, di dema ku hêza leşkeriya rêjîmê lawaz bibe, pêre jî gerantiyên Rûsiya lawaz dibin, lewra dema terazûyên Siyasî bêne guhertin û nirxê parastina rêjîmê li ser Rûsiya bilind bibe û bibe biqasî qezecên wê, wê demê wê helwêsta Rûsan jî bête guhertin”.
Jêder: Hevbendî)