Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, VÎTOya Rûsya li Encûmena Ewlekariyê, ya derbarê pirojeyê biryarekê ji bo vekolînê di bikaranîna rêjîma Beşar Elesed ji çekên kîmawî re dijî bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlib ya di çarê vê mehê de çêbû pirotesto kir.
Di daxuyaniyekê de roja pêncşembê Hevbendiyê tekez kir ko “ev pêrabûna bêdad li kêleka tawankaran diraweste û piştgiriyê dike ko wan ji sizayê rizgar bikin hem jî xwepaş dide ji sozên xwe yên derbarê agirbestê li Sûriyê her weha gefê li rola Rûsya di operasiyona siyasî de li Cinêvê dide”
Hevbendiya Niştimanî dibîne ku “Helwesta Rûsî xizmetê ji bo pêkanîna seqayekî ji bo serkeftina danûstandinan nake, lê berevajî, ew piştgiriya aliyekî tawankar dike û rê li ber vedike ko bêtirs bêtir tawankariyan bike, hem jî şirîkatiya tawankariyê dike û ew berpirs e, û handananê ji bo bikaranîna çekên kîmawî yên qedexeya navdewletî dike û berdewam biryarên navdewletî binpê dike ”
Hevbendiya Niştimanî bal kêşand ser ko “careke dî Sûrî ji bo parastina xwe çi rêyeke yasayî nabînin, piştî ko di cîhana ko hêz ew desthilate hemû hewildan têkçûn û çi kes texmîn nake ko hêvî ji rêkxistina navdewletî an Encûmena Ewlekariyê maye, ew cihê ko hinek ji bo parastina tawankarên cengê bikar tînin ”.
Hevbendiyê got ku redkirina Rûsî û gotara nemirovî ya nûnerê Rûsya pê axivî dide xuyakirin ko helwestek bi hovîtiya hevalbendê wê re yê tawankar li hev dike û ew pirotestokirineke hindirî ye ji xwedanê xwe re û ji rêjîma Esed re lê wê nikaribe çarenivîsa tekez, ew ya berpirsiyarên van tawankariyên sedsaliya kîmawî û dubarekirina wan li pêşberî yasayê bide rawestandin.
Destnîşan kir ko tenê hebûna çekên kîmawî giring bû ko civaka navdewletî ev rêjîm tune bikira, lê ewê çekên kîmawî li dijî sivîlan di du kuştarên mezin de bikar anîne û bi dehan rewşên wisa bê ko civaka navdewletî karibe ji dil li himber vê mijarê raweste.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî