Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, pesnê rapora kovara The Economist ya di hejmara wê ya dawîn de derbarê Sûriyê hatiye da, yaku têde Beşar Esed bi endamê mafiya şibandiye, û gotiye: “Tişt li Sûriyê ku were dizîn nemaye, û serokê rijêmê weke serkirdeyekî mafyayê ye.”
Û Kovarê got ku Esed yek ji desthilatdarên gendel e li deverê, û got: “kesî ji wan welatê xwe bi awayekî tam talan nekiriye wek ku Beşar Esed kiriye, û welat vala kiriyr”, û got: “Rijêma Esed goştê zarkên xwe xwariye û xêrûbêra welat talan kiriye.”
Û Kovarê anî ziman ku diyardeya keysjêanînê li welêt bi awayekî mezin belav bûye, û ji bo ku fişarê li xelkê bikin, hejmarek mezin ji welatiyan berve şaxê 251 hatin ajotin, ji ber ku wan diravên parastinê nedane, û bal kişand ser ku Esed dewlemendiya xwe li ser gaz û betrol û elektrîkê ava dike.
Û kovarê bal kişand ser ku di dema ku xelk li Sûriyê di tariyê de dijî, û nikarin bilivin ji ber eletrîka ku bi awayekî berdewam tête birîn, Esed enerjiyê ji navgînên desthilatê yên Libnanî re dabîn dike, ji ber ku bi dolaran pereyan didin.
Û kovarê got ku milîsên Hizbullah yên terrorist sotemeniyê weke xelat beranberî piştgiriya wan ji rijêmê re di cenga dijî gelê Sûriyê de werdigrin, û rijêm fêlbaziyeke din bikar tîne ew jî firotina pasporan e bo sûriyên ku dixwazin ji welêt derkevin, û dît ku jêdera sereke ya diravî li bal rijêma Esed bazirganiya bi keresteyên hişbir e.
Û endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Siyasî Behjet Etasî, bal kişand ser ku bûyerên ku kovarê anîne ziman tiştine biçûk in li gorî tawanên ku Esed dermafê gelê Sûriyê pê radibe, û tekez kir ku tawanên Esed û piştgirên wê bi awayekî berfireh pêk tên, û Tawana pîs yaku li taxa Eltedamun pêk hatiye û rojnameya The Guardian derxistiye, û raporên ku bikaranîna çekên kîmawî ji hêla rijêmê ve eşkere dikin, û wêneyên Qeyser û dîdevaniya bihezaran kesên ku ji zîndanên Esed rizgar bûne wê yekê diçespînin.
Û Eletasî ji civaka navdewletî daxwaza kartêkerkirina rêya lêpirsîn û sizakirinê kir, û tekez kir ku kartêkerkirina vê rêyê perçeyekî bingehîn e ji çareya siyasî yaku dê hêviyên gelê Sûriyê di azadî û rûmet û demoqrasiyê de pêk bîne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî