Endama Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Besme Mihemed, diyar kir ku dosya Sûrî li hejmarek ji dewletên cîhanê bûye kaxezeke siyasî di destê hin partiyên rastgir ên tundrew de, ew jî bûye sedma tûjkirina gotara handana li ser nefretê dijî penaberên Sûrî.
Û di Roja Cîhanî ya Qedexekirina Gotara Nefretê de, Mijhemed tekez kir ku penaberên Sûrî qurbanên bilinbûna dengên nemirovane ne yên ku herdem ketwarê siyasî yê Sûrî bi awayekî keysbazî bi kar tînin, û di navbera çend partî û aliyên siyasî yên ku hevrikiyê ji bo desthilatdariyê dikin û dixwazin nakokiyên navxweyî li ser pişta sûriyan çareser bikin, her weha li gel pirogramên hilbijartinê li bal hejmarek ji siyasiyan.
Û bal kişand ser ku Sûrî tucarî ne bar bûn li ser milê civakên ku pêşwaziya wan kirine, di hemî warên aborî, hînkirin û civakî de, û got ku hejmareke mezin ji sûriyên xwedî karînên zanistî yên ku xizmetin balkêş bo welatên ku ew hewandine pêşkêş kirine hatiye belgekirin, her weha rola wan ya giring di piştgiriya aborî de di riya kar û beşdariyên wan di vekirina pirojeyên veberhênanê yên piçûk, navîn û mezin de.
Û Mihemed cext kir ku Sûrî ji neçarî ji welatê xwe derketin û ji ber zordariyê û mirinê reviyan, û ew ne ji berevaniya di ber doza xwe de reviyane, lêbelê ji ber cenga di navbera gelê bêçek û alavên tawan û kuştinê yên pev nayên pîvan ji welatê xwe derketine.
Û ji hikûmet û gelan daxwaza retkirina gotara nefret û nijadperestiyê yên ku li ser binyada nakokiyên siyasî dertên holê kir, ji ber ku ziyana wê gotarê li sincên gelan dibe, nemaze gelên ku nirxên mirovahî yên bilind hildigrin, yên ku Sûrî jê bihêvî bûn dema ku ji welatê xwe derketin, û ji malbat û zarokên xwe re li ewlehiyê digeriyan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî