Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Nezîr Hekîm, tekez kir ku sûriyan bi diyarkirina giyanê hezkirin û dilsoziyê di kar de, û beşdariya di pêşdebirin û geşepêdanê de û xwegihandina asta pêşketina welatên mêvandar re, têgeha penaberiyê li cîhanê guhart, û pirensîpên afrandinê belav kirin.
Û bi boneya Roja Cîhanî ya Penaberan, Hekîm nameyek arasteyî tevaya penaberên Sûrî kir, têde got: “Giyanê gernasiyê li ba we, hişt ku ev roj bibe bûyereke cîhanî, û bibe nîşana hêz û rijdiya jin û mêr û zarokan, yên ku ji neçarî ji welatê xwe reviyane, Ji bo ku nebin nêçîra çewsandin û tundûtûjî û pevçûnan.”
Û got ku gelê Sûriyê jiyana serçimandin û bêrûmetiyê nepejirand, û li hember hemû tengasî û zehmetiyan li ber xwe da daku azad bijî.
Û Hekîm bal kişand ser ku Sûrî pir aktîv bûn, û zû tevlî civakên ku pêşwaziya wan kirine bûn, û di fêrbûn û xweavakirinê de pêşde çûn, û derbasî bazara kar bûn, û di warên hîndarî, aborî û civakî de ciyawaz bûn.
Û Hekîm ji dewletên ku penaberên Sûrî hewandine xwest ku di warê parastina penaberan û dabînkirina mafên wan ên sereke de, bi qasî berpisyariyê û pabendiya bi yasayên navdewletî bin, û daxwaza dûrxistina penaberan ji nakokiyên siyasî yên navxweyî û gotarên nijadperestî û nefretê li dewletên penaberiyê kir, û tekez kir ku penaber ne tawanbar an terorist in, û nejî ji ber erkê berevaniya di ber welatê xwe de reviyane, lê ew bi xwe qurbaniyên terorê û komelkujî û qirkirinê ne.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî