Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Yehya Mektebî, tekez kir ku tawanên îşkence û kuştina bimebest di zindanên rijêma Esed de, dijî hejmarek ji regezan û bi taybet kesên Filestînî pêk hatine.
Û çext kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku rêşûnin vebir derbarê serbestberdana girtiyên di zindanên rijêmê de bistîne, û çarenûsa binçavkiriyên kotekî diyar bike, û kar li ser kartêkerkirina doseya lêpirsîn û sizakirinê wek beşekî ji çareya siyasî li gorî cîbicîkirina biryarên navdewletî yên bi karûbarê Sûriyê ve girêdayî, û di pêşî de daxwiyaniya Cinêvê û herdû biryarên 2018 û 2254, bike.
Û Tîma Şopandin û Belgekirinê ya Girûpa Kar ji bo Filestîniyên Sûrî, kuştina du penaberên Filestînî ji ber îşkencê di zîndanên rijêma Esed de belge kir.
Û Girûpa Kar anî ziman ku yekî ji yên di 1/8/2013 de ji zindanên rijêmê hatiye berdean, tekez kir ku xortê Filestînî yê bi navê Merwan Elmûsa yê temenê wî 20 sal e, û penaberê Filestînî Ehmed Şihadê, di zindanên komî yên şaxê deverê yê 227 li Şamê yên bi ser rijêmê ve de, canê xwe jidest dan.
Û dîdevanê ku ji zindanên rijêmê rizgar bûye, bal kişand ser ku penaberê Filestînî Merwan Elmûsa ji xelkê kampa Sipênê ya penaberên Filestînî li gundewarê Şamê ye, û Ehmed Şihadê ji xelkê kampa Yermûk ya li Şamê ye, û ew li xala kontirolê ya çerxerêya Elbetîxa hatibû girtin.
Û Girûpa Kar di roja duyemîn ya vê heyvê de, mirina penaberê Filestînî Mehmod Elmihemed yê ji xelkê kampa Seyde Zeyneb li gundewarê Şamê ye, di bin îşkencê de di zîndanên komkî yên şaxê 227 yê bi ser rijêmê ve li şamê belge kiriye.
Û li gor belgeyên Girûpa Kar, hejmara girtiyên Filestînî di zîndanên Sûrî de gihiştiye zêdetir ji du hezar penaberî, û got ku hejmara penaberên Filestînî yên ku ji ber îşkencê di zîndanên Sûriyê de canê xwe ji dest dane gihişte 636 kesan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî