Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, sersaxiya Tirkiyê û gelê wê dike, ji ber mirin û birîndarbûna bidehan hevweatiyên tirk ji encama erdheja doh êvrê.
Û ajansa Anadol got ku erdheja ku bi hêza 6.8 pileyan bû, li iyaleta Elezixê ya başûr-rojhilatê welêt çêbû, û li ser zimanê wezîrê tenduristiyê Fexreddîn Koca got : “ Bi sedema erdhejê ta niha 19 kesan jiyna xwe ji dest daye, 15 ji wan ji Elezexê ne, û çar ji iyaleta Melatyê ya teniştê ne, û got ku hîn nêzî 30 kesî di bin wêraniyan de ne, û tirsa xwe ji bilindbûna hejmara qurbaniyan diyar kir.
Û ji hêla xwe vê, Rêveberiya Bobelat û Awarteyan ya Tirkî AFAD, anî ziman ku hejmara birîndaran 782 kes e, 433 ji wan ji Elezixê ne, û 222 ji meletiyê, 31 ji Amedê, 19 ji Adîyeman, 6 ji Batmanê û 37 ji Mereşê ne.
Û Hevbendiya Niştimanî tiştê çêbûye bi “ Bûyerek Diltezên” bi nav kir, û tekezî li ser piştgiriya xwe ji gelê tirkyê re diyar kir, û got : “ Dilê gelê Sûrî li Sûriyê û Tirkiyê û li tevaya cîhanê li kêleka gelê Tirkyê ye”, û bal kişand ser ku gelê Tirkyê bi hemî karînên xwe ji berî 9 salan de alîkariya gelê Sûriyê dike”.
Û Hevbendiya Niştimanî tekez kir ku Tirkya dê ji vê tengasiyê derkeve, bi xêra kar û rêşûnên rêkûpêk yên pêşketî yên ku desthilata Tirkyê dike, û got dê Tirkyê bimîne welatê geşepêdan û aramiyê û deryê hêviyan ji bimilyonên azadîxwazan re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî