Hêzên rijêmê û balafirên Rûsiya dagîrker di êrîşên xwe yên li ser gundewarê Heleb û Idlibê berdewam in, û doh roja înê rijêmê û sponserên wê bi bermîlên teqîner bajarê Meeret Elnuhman û derdora gundê Hentotîn yê parêzgeha Idilbê armanc kirin.
Û çalakvanin xwecihî gotin ku balafirên rijêmê û Rûsiya hejmarek êrîş birin ser deverên nişteciyan, herweha ser navendeke bijîşkî ya çareseriya fîzîkî li bajarokê Elbare li devera Cebel Elzawiyê ya başûrê Idlibê .
Û helîkopterên rijêmê “Tilal Şiwêhne” yê li gundewarê Helebê yê rojava bi bermîlên Teqîner, û derdorê bajarokê Elîs yê girêdayî Helebê bi topxaneyan, armanç kirin.
Û parastina Sivîl a sûrî, doh, di riya medya civakî re anî ziman ku wê armanckirina 22 deveran bi 55 êrîşên asîmanî , 15 ji wan bi balafirên cengê yên rûsî bûn, û 47 bi bermîlên teqîner, herweh bi 55 guleyên topan û 20 mûşekên ji avêjtokên zemînî, belge kirine.
Her weha tîma Hevrêzkarên Bersivdnê ya Sûrî, doh înê , kuştina 84 sivîlan, 32 zarok di nav wan de hene, ji encama helmeta leşkerî ya hêzên rijêmê û sponserê wê yê rûsî di van 10 rojên dawî de, belge kirine.
Û balafirên cengê yên rêjîmê û Rûsya , doh, bidehan êrîşên asîmanî birine ser bajar û bajarok û gundên Helebê, û bajarokên wek Xan Elesel, Xantoman, Meeret Elertîq , Kefer Hemra , Hirêtan û Kefernaha , û gundên Xelsa, Elqerasî, Um Etbe û Elmensûra û herêma Focê 64 û herdû taxên Elraşidîn û Heleb Elcedîde yên parêzgeh Helebê armanc kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî