Firokȇn rejȋma Esed șeva Dușemba bȗrȋ hejmarek ji bermȋlȇn teqȋner bi ser Kefer Zȇta li Gundewarȇn Hema, Xan șȇxȗn li Gundewarȇn Idlibȇ, Naciyȇ li Gundewarȇn Laziqiyȇ, ȗ Ibte` li Gundewarȇn Der`ayȇ avȇtin, di encamȇ de bi dehan șehȋd ȗ birȋndar ketin.
Rȇvebirȇ beșȇ Netewȇn yekbȗyȋ di rȇxistina “Hiyȗman Raits Wotș” Filȋb Bolobyon got:”Rejȋma Esed di avȇtina bermȋlȇn teqȋner de bi awayekȋ tewș di riya helîkopteran re bi ser milletȇ Sȗrȋ de berdewam e”.
Bolyon berdewam kir:” Bermȋlȇn teqȋner ji cureyȇn herȋ erzan in, destpȇkȋ ȗ kujer in, hȇzȇn rejȋmȇ ji berȋ çend salan ve ȗ ta niha bikar tȋnin, ȗ ew bi xwe di bingeha xwe de bo firehtirȋn kuștin ȗ wȇrankirinê çȇkirȋ ne”.
Bolyon tekez kir ku tenȇ Esed van çekȇn kujer bikar tȋne, ji ber Artȇșa Azad firokȇn perwane li gel wan tune ne, tenȇ li gel Esed hene, ȗ bal kișand:” Bi hȇsanȋ, em dizanin Esed derewan dike”. Dema ku di toreya BBC li ser bikaranîna çekȇn kȋmawȋ jȇ pirsȋ, tinazȋ kirin, ȗ bi tinazȋ keniya, ȗ bikaranîna artȇșa xwe ji bermȋlȇn teqȋner re da mandelȇ.
Bolyon diyar kir, tev derçȗna biryara Encumena Ewlehiyȇ nemre 2139 ku ji Esed xwest avȇtina bermȋlȇn teqȋner rawestȋne, lȇ ew hȋn berdewam e, ȗ hezarȇn sivȋlên din ji ber wan jiyana xwe ji dest dan.
Bolyon destnȋșan kir, tevlȋ vȇ tinaziya beloq bi biryara Encumena Ewlehiyȇ, rejȋma Esed tu buh neda, ȗ ev yek parastina çȋn ȗ Rȗsiya jȇ re di Encumena Ewlehiyȇ de diyar dikin, ȗ got dem hatiye ku Encumena Ewlehiyȇ biryara xwe biparȇze, ȗ bikarneanȋna Esed ji van çekan re misoger bike.
Serokȇ Hevbendiyȇ Xalid Xoce berȋ niha gotibȗ ku berdewamiya Esed di avȇtina bermȋlȇn teqȋner bi ser sivȋlan de ” bêhêvîbûnek mezi e derbarȇ tȇkçȗna Encumena Ewlehiyȇ di stendina biryarin aktȋv de, di encamȇ de ew nikare pirsyariyȇ xwe di parastina ewlehȋ ȗ aștiya navdewletȋ hilgre”.
Xoce tekez kir ku erkȇ endamȇn Encumena Ewlehiyȇ ye” Aktȋvkirina biryara nemre 2139 bi renek yekser , ȗ pȇș bixe bo sivȋlȇn Sȗrȋ biparȇzin, ev yek jȋ deverek aram li Bakur ȗ Bașȗrȇ Sȗrȋ bo parastina sivȋlan ji bermȋlȇn rejȋma Esed dixwaze. Ȗ xwest dosya binpȇkirinȇn li Sȗrȋ hatine kirin bȇn vegyheztin bo dadgeha navdewletȋ, ȗ qewȋtiyȇn rapora rȇxistinȇ, bi taybet yȇn bi qedexekirina firotina çekan bo rejȋma Esed girȇdayȋ ne, ȗ nema bȗjenȇn sereke mȋna sotemeniyên balafir û tankan ȗ perçeyȇn guhertine bide wȋ”.
Jȇder: Hevbendȋ