Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdilrehman Mistefa, tekezî li ser giringiya raporta rêkxistina navdewletî ya derbarê amanckirina rêjîmê û Rûsya ji bargehên sivîl û yên zindîdar re li parêzgeha Idlibê kir.
Mistefa daxwaz kir ko ev raport li pêşberî ‘’Serpereştên Cîhana Azad bête danîn” , û got: “Binpêkirin û tawankariyên derheqê sivîlan çêdibin berpirsiyariya wan e”, çimkî ew aliyên ko dikarin tawankaran rawestînin û lêpirsîna wan bikin.‘’
Evro înê di tiwîteke xwe de Mistefa got: ‘’Encamên ko rêkxistina lêbûrîna navdewletî gihiştiyê baş piştgiriya tiştê em zanin dikin .‘’ û bal kişand ser ko rêjîm û hevalbendên wê istiratîciyeke aşkere di cenga xwe ya li dijî miletê Sûrî dimeşînin ko bi mebest peyman û yasayan binpê dikin û sivîlan amanc dikin.
Rêkxistina navdewletî duhî pêncşembê raporteke berfireh derxistibû, tê de tekezî li ser rastiya nûçeyên operasiyonên rêjîmê bi piştgiriya Rûsya li dijî bargehên niştecihan û yên zindîdar li parêzgeha Idlib kir, û rêkxistinê raporta xwe bi dîdevaniyên meydanî û tormarkirina wêne û vidyo û wêneyên heyvên çêkirî piştrast kiriye.
Rêkxistinê diyar kir ko êrîş bi şêweyek rasterast an jî bêserûber dijî amancên sivîl pêk hatine, û destnîşan kir ko firokên rêjîmê û Rûsya nexweşxanak û benkên xwînê û bargehên zindîdar hem firne û dibistan li herêmên corbicor li bajar û bajarokên gundewarê Idlib amanc kirine.
Şanda Hevbendiya Niştimanî di gera xwe ya dawî li welatên Ewropî, metirsiyên gurbûna leşkerî ya ko rêjîma Esed li dijî sivîlan li Idlibê dike pêşdîtin kirin, û tekezî li ser giringiya parastina sivîlan li herêmên rizgarkirî kirin, bo dîsa qeyraneke mirovî ya nû çênebe û xelk ber bi dewletên derdor derbider nebin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî