Hevbendiya Niștimanȋ Sȗrȋ ȋroj di daxuyaniyeke xwe de ” Mixabiniya xwe ya kȗr ji ber nevexwendina wȇ bo kumbeta Erebȋ a niha li Șerem El – șȇx lidar e, ku ew ya pȇncem e ji destpȇka vȇxistina șoreșa Sȗrȋ ve ” anȋ ziman.
Ȗ dȋt ku ew gav ” Nȋșaneka paşketina helwesta Komkara Erebȋ ji pesendkirina wȇ ji Hevbendiyȇ re mȋna nȗnerek rewa bo milletȇ Sȗrȋ , di heman dema pirojeyȇn hiştina rejȋmȇ ȗ rawestana yasayȇn Komkara Erebȋ yȇn di vȇ derbarȇ de hatine biryardan”.
Hevbendiyȇ di daxuyaniya Komkara Erebȋ de xwest ku : ” Erkȇn xwe yȇn exlaqȋ ȗ mirovahȋ hilgrin, ȗ mafȇ milletȇ Sȗrȋ bernedin, kar li ser piștgiriya siyaseta aramiya ku Hevbendȋ himberȋ rewșa gelemșe ku rejȋma Esed afirandiye bikin, ȗ bi taybet di bin siya metirsiyȇn pirojeyȇ rejȋma iranȋ ku me berȋ niha di nameya xwe ya di 30 çêreya Pașȋn de sala 2013an de destnȋșan kiribȗ, ȗ me haydarȋ ji hewldanȇn wê bo berfirehkirina kontrolkirina deverȇ ȗ metirsiya vȇ yekȇ li ser hemȗ dewletan da”.
Hevbendiyȇ diyar kir ku dewletȇn Erebȋ bi nȗnertiya wezȋrȇn karȇ derve di kongirȇ xwe de yȇ di 6ȇ Avdara 2013an de bi biryara nemre 7595 lidar ket, bi Hevbendiya Niștimanȋ Bo Hȇzȇn șoreșȇ ȗ Hevrikiya Sȗrȋ mȋna nȗnerȇ rewa ji milletȇ Sȗrȋ re ȗ xalȇn sereke bi Komkara Erebȋ re pesend kirine, herweha her du kumbetȇn Dewha ȗ Kuwȇt jȋ ev yek tekez kirine, piștȋ ku ev prsendkirin di Netewȇn Yekbȗyȋ de dengȇ 114 dewletan stend.
Daxuyaniyȇ wilo berdewam kir: ” Milletȇ Sȗrȋ spasiyek germ bo her kesȇn pișta xwestekȇn wȋ di azadȋ ȗ rȗmetȇ de girtin dike, bi taybet piștȋ ku ȇșa wȋ ji ber destwerdanȇn derveyȋ bo piștgiriya rejȋma Esed ȗ alȋkariya wȋ di zilm ȗ zoriya wȋ de zȇde bȗ, ȗ berdewamiya xwe di șoreșa xwe de ta pȇkanȋna armancȇn xwe di veguhesandina ji rejȋma zordariyȇ ȗ gelemșiyȇ ber bi dimuqratiyȇ ȗ aramiyȇ tekez dike”.
Hevbendiyȇ tekez kir ku ” Piștgiriya Komkara Erebȋ ji șoreșa Sȗrȋ re ew bo xweparastina ji metirsiya bi rȇ ve de ye ȗ deverȇ tevî armanc dike, ȗ dȗbare got ku dana kursiyê Komkara Erebȋ bo Hevbendiyȇ ȗ kișandina rewatiyȇ ji rejȋma Esed kȇmtirȋn piștgirȋ ye”.
Ȗ di bȋr de anȋ ku pȇșkȇșkirina piștgiriya gerek ji șoreșgeran re ji destpȇka șoreșa Sȗrȋ ve wȇ “Dever ji ȇșa pirojeyê berfirehbûnê ȇ Iranȋ ȗ çêbûna rȇxistinên tirorist ku di riya wan re ecindeyin derve ȇn xerab derbas dibin deverȇ biparasta”.
Daxuyaniya Hevbendiyȇ tekez kir ku: “çi çareya siyasȋ ne mumkin ȗ nayê qebûlkirin ger ne bi rȗxandina rejȋma Esed be, çi çareya siyasȋ ger vȇ yekȇ neyne ziman piştguhkirinek ji qurbaniyȇn milletȇ Sȗrȋ re ye, ȗ dadgehkirina serȇ rejȋmȇ ȗ kesȇn pȇ re bo dadgeha tawanȇn navdewletȋ mȋna tawankarekî cengê, ku tawanin dijȋ mirovahiyȇ kirine, ȗ ev kȇmtirȋn maf ji milletȇ Sȗrȋ re ye”.
Daxuyanî wisa bidawî hat:” Em dest ji çareya siyasȋ li gor Cinȇv1 bernadin ku tȇ de pȇkanȋna Desteyek fermandarȋya veguhȇz û bi hemȗ desthilatiyên cîbecîkirinê heye”.
Jȇder: Hevbendȋ