Hevbendiya Niştimanî Sûrî doza parastina sivîlên Sûriyê ji tawankariyên Esed dike û dibîne ko ew berpirsiyariyek navdewletî ye. Û hêvî dike ko dawiya evê mijara xwînewî û nemirovî ya derdkêşana Gelê Sûriyê were, eger ew dixwazin bawerî bi bizava Netewên Yekbûyî di dîtîna çareseriyeke siyasî vegere.
Dîsa Rêjîma Esed biryara Encûmena Ewlekariyê hejmara 2118 ya ko Çekên Kîmawî û gaza kilor qedexe dike binpê kir. doh Hêzên Rêjîmê bakurê Elresten li Gundewarê Hums amanc kir û gazên kîmawî yên ta nuha nehatine naskirin bikar anîn. Di encamê de pênc Şoreşger şehîd ketin, û bi dehan şervan û tîmên bijîşkî birîndar bûn, ev bumbebarana kîmawî hevdem bû bi êrîşên asmanî yên taxên niştecihan li bajêr bombebaran kirin.
Her wiha Hevbendiya Niştimanî Sûrî dîsa bikaranîna Çekên Kîmawî protesto dike. Hem jî dibêje ko gerek ev nûçe bi hûrbînî li wan bête guhdarî kirin û vekolîn di bikaranîna Çekên Kîmawî û gazên jehrdar de bibe. Ev binpêkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ye û hem jî têkbirina Peymana Cinêv e, bi taybetî ko digel wan de jî êrîşên asmanî yên sivîlan amanc dikin pêk tînin.
Jêder: Hevbendî