Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûriyê, Riyad Sêf, yê helbijartî, tekez kir ku pêşhat û guhertinên li ser qadê û yên li ser asta herêmî pêk tên, wê nebe sedem ji bo guhertina armancên pêkanîna veguhestina siyasî ya wê bibe destpêk ji bo bidawîanîna Bişar Esed û destekên rijêma wî.
Sêf, yê wek serokê Hevbendiyê ji aliyê desteya giştî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê roja yekşemê hat helbijartin diyar kir ku sercem hêzên şoreş û opozisyonê yekdeng in li ser “qebûlnekirina Bişar Esed û desteka wî di hîç qunaxekê de, ne di ya veguhêz û nejî piştî wê”.
Sêf di hevpeyvînekê de ligel ajansa Anadol, bal kişand ku Hevbendiya niştimanî baştirîn çarçovê opozisyona Sûriyê ye, û bal kişand li ser giringiya çaksazîkirina wê û ev yek bi erkekî pêwîst dît.
Sêf got ku ” pilana Hevbendiyê ya dema dahatî ew e, pêrabûna Hevbendiyê bi rola xwe ya ji bo wê di 11 çirya paşiyê ji sala 2012 an hatî damezrandin, ji bo rêberiya gelê Sûriyê bike, û hemû şiyan û bizavên xwe ji bo rûxandina Rijêmê terxan bike, û dabînkirina xizmetgozarî û pêdawîstiyên gel li navçeyên rizgarkirî”.
Hêjayê gotinê ye ku Riyad Sêf ji bo serokatiya Hevbendiyê wek şeşemîn serok ji aliyê desteya giştî hat helbijartin, û Ebdulrehman Mistefa û Selwa Ktaw wek cîgir, û Nezîr Elhekîm wek sikirtêrê giştî hatin helbijartin.
Sêf ji bajarê Şamê ye, û yek ji kesayetiyên opozisyonê ye, û du caran li berî destpêkirina şoreşa Sûriyê ji aliyê rijêma Esed hatiye girtin, û bi salan di girtîgehan de maye bi bihaneya çalakiyên wî di “Bihara Şamê” de, û sala 2008 an bo heyamê du salan hatibû girtin û herwiha li sala 2011an bi bihaneya beşdariya xwepêşandanên dijî Rijêmê hatibû girtin.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê