Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê Xetîb Bedlê, daxwaza azadkirina bilez ji “Gebrîêl Mûşê Gewriyê” berpirsê Nivîsîngeha Siyasî ya Rêxistina Asûriya Demokrat ji rêjîma Esed kir, ku îro du sal di der girtina wî ya bêheq re derbas dibin her ji roja 19 çileyê 2013an li Qamişlo..
Bedlê tekez kir ku “ berdewamiya girtina Gewriyê û girtiyên din yên raderbirîn û gotina azad, bi xwe tekezî ye li ser berdewamiya rêjîma Esed di tawankariyan de der heq xelkê Sûriyê, û nîşanek diyar e li ser derewên rêjîmê û gotinên wê yên derew û bê mifa li ser qebûlkirina çareseriya siyasî”.
Xetîb reftarên rêjîma Esed û tawanên wê yên rojane “dema dibêje ku ew kêmnetewan diparêze” bi derew salix dan, û Hevbendiyê daxwaza destêwerdaneke bilez ji desteyên navdewletî û rêxistinên mafên mirov kir ji bo misogirkirina jiyana girtiyan, ji ber gelek zarok û jin di girtîgehên rêjîma Esed de hene her ji destpêka Şoreşê di adara 2011an de.
Jêder: Hevbendî