Yasadanerin Emerîkî ji Serokê Amerîkî Joe Biden xwestin ku helwesteke zelal derbarê rewşa Sûriyê bistîne, û vegera rijêma Esed bo nav civaka navdewletî red bike.
Û Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve ya Encumena Senatoran a Demokrat Bob Menendez û mezinê komariyan di komîteyê de Jim Risch û endamin din, di nameyekê ku ji serokê Amerîka Joe Biden re şandine de, xemgîniya xwe anîn ziman ku hejmarek ji hevparên wan ên Ereb berdewam in di bihêzkirina pêwendiyên xwe yên fermî û nefermî bi rijêma Esed re.
Û nameyê xwest ku hemû dewlet zanibin ku normalkirina têkliyan an vegerandina Esed bo nav Komkara Erebî nayê pejrandin, û diyarkirina pejirandina peywendiyên dîplomatîk ên fermî bi rijêmê re mînakeke metirsîdar e ji bo zordarên ku dixwazin tawanên bi heman rengî dijî mirovahiyê pêk bînin.
Û Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe bi vê pêngavê anî ziman, û cext kir ku normalkirina têkliyan bi rijêmeke ku teror afirandiye û pêk aniye û hertim fêlbazî çandine û kar li ser têkbirina aramiyê li deverê kiriye re, ne di berjewendiya tu dewletê de ye, nemaze dewletên ereb yên bira, û dît ku ev weke avakirina hîn bêhtir astengiyan e li pêşiya azadiya sûriyan û mafên wan.
Û Hevbendiya Niştimanî daxwaz pabendiya bi lihevkirina erebî ya birîna têkliyan bi vê rijêma tawanbar re kir, û nehêlin çi pêwendî li gel rijêma kujer di bin çi bihaneyê de be vegerin, û daxwaza piştevaniya daxwazên gelê Sûriyê ji wan kir, daku ji girûpên tawankar û terorê rizgar bibe, û veguhestineke siyasî bo dewleteke azad, dadmend û demokrat pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî