Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehmê, tekez kir ku rijêma Esed dosya girtiyan û binçavkiriyên kotekî wekî karekî bazirganiyê yê ku pereyan jêre tîne bi awayekî dubare û domdar bikar tîne, û malbatên girtiyan dixe bin gefê daku pereyên wan bidize.
Û Rehmê bal kişand ser ku rijêma Esed naxwaze ev dosya bi dawî bibe, û berdewam e di girtin û revandina sivîlan bi awayekî û dubare û bikaranîna navbênkaran de di riya toreke aloz a veşartî re da ku tirsa xelkê û daxwaza wan a serbestberdana zarokên wan wek derfet ji xwe re bikar bîne, û qebareyeke mezin ji pereyan berdêla çi agahiyekê an nûçeyeke têkildarî wan bixwaze.
Û Rehmê got ku dosya girtiyan dosyayeke pir hestyar e, û ti malbat li Sûriyê bê girtî an revandî tune ye, û got ku rijêma Esed ev şêwaz wek rêbazekê di hikumdarî û desthilatdariya welêt de bikar tîne, û ev kiryar li gel birêketina şoreşê weke amûreke serkutkirin û devgirtinê zêdetir bûn.
Û daxwaza standina pêngavin cidî ji civaka navdewletî kir, daku rijêmê neçar bike ku girtiyan berde û çarenûsa binçavkiryên kotekî diyar bike, û bêdeng nemîne, û guh nede biryarên lêborînê yên derewîn, û tekezî li ser giringiya kartêkerkirina proseya lêpirsînê û sizakirina tawanbarên tawanên cengê kir û nehêle ku ew ji sizayan rizgar bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sû