Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra pîrozbahîya Donald Trump û gelê Amerîkayê kir li ser bidestxistina wî ji baweriya gelê Amerîka re.
Elbehra amaje bi karîna gel a sepandina guhertinan kir û got: “Pêvajoya demoqrasiyê ji bo veguhestina desthilatê li Amerîkayê, karîna gel a sepandina guhertinê di siyasetên giştî de dema bercewendî û nerînên wan ên giştî bibin yek, diyar kir”.
Û Elbehra got: “Em serkeftinê ji Trump re dixwazin di bicîanîna program û sozên wî yên rawestandina cengan û pêkanîna aştiya berdewam li cîhanê, nemaze li Rojhilata Navîn, û em hêvîdar in ku siyasetên rêveberiya dahatî erênîtir û kartêkertir bin ji bo pêşdebirina pêvajoya siyasî li Sûriyê û bicîanîna daxwazên gelê wê”.
Tê zanîn ku îro sibehê berbijêrê ji bo serokatiya Amerîkayê yê fraksyona komarî Donald Trump, di helijartinan de bi ser ket, bi bidestxistina 277 dangan di Komelgeha Helbijartinan de, beramber 224 dengan ji rikbera wî ya demoqrat Kamela Hares re.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî