Duh, Sêşemê, li Enqereya paytexta Tirkiyê, bi amadebûna nûnerê Yekîtiya Ewrûpayê Mistefa Balcî, û nûnerê zanîngehên Tirkiyê Profesor Celal Taş Doan û amadebûna nûnera Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de Înas El-Necar, civîneke rojnamevanî derbarê alîkariya Yekîtiya Ewropayê ji bo piştgiriya xwendekarên zanîngehan hat lidarxistin.
Burs taybet e bi piştgirîkirina xwendekaran li Turkiyê, û hemû beşên bekeloryos, master û doktorayê li 23 parêzgehan li xwe digire, 60% jê ji xwendekarên sûrî re hatiye terxankirin.
Bursa zanîngehên dewletê û yên taybet ên li van parêzgehên Tirkyê li xwe digre: Adana, Enqere, Bursa, Diyarbekir, Elezîz, Erzirom, Eskîşehir, Gaziantep, Hatay, Mêrsîn, Stenbol, Îzmîr, Aksaray, Konya, Meletî, Kahramanmaraş, Mêrdîn, Samsun, Trabzon, Şanliurfa, Wan, Karabûk, Kilîsê, û texmîn heye eyaletên din jî tê de cih bigirin li gor hejmara xwendekarên daxwaznameyan pêşkêş bikin
Ji bilî dana alîkariya darayî, korsên rahênanê û yên guncandina xwendekaran bi bazara kar re hene, bi rêya dabînkirina derfetên kar ji xwendekaran re. Herweha şansê pejirandina xwendekarên Sûrî yên hilgirên karta parastina demkî pir zêde ye, ji ber ku niha ji 3,000 xwendekarî re terxankirî ye, lê heye bi zêdebûna daxwaznameyan re ev hejmar zêdetir bibe.
Ev burs 360 euro her demsaleke xwendinê dide xwendekarên lîsansê, û 540 yoroyî dide yên master û doktorayê. Her weha pêkane ji şûna vê yekê beşek ji xercên xwendinê bêne dan, bi riya dana 500 yoroyî ji xwendekarên lîsans û master û doktorayê re, û piştî derçûnê, burs mûçeyê karmendiya wî xwendekarî ta 8 heyvan bide.
Ev bûrs beşek ji bernameya “ESPS”e ya taybet bi bûrsên Ewropî yên ku ji bo sê salên akademîk têne pêşkêşkirin, bi şertê ku navîniya puanên xwendekar a salane di navbera 2.5 û 4’an de be.
Ev bûrs barê aborî yê giran yê li ser milê xwendekarên Sûrî yên li Tirkiyê kêm dike, her weha wan li ser berdewamkirina xwendinê han dide.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî