Desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, îro pêncşemê, civîna xwe ya asayî lidar xist, tê de pêşhatên meydanî û rewşa siyasî li Sûriyê û guhertinên herêmî û navdewletî yên girêdayî dosya Sûriyê bi taybet hilbijartinên Amerîkî û serkeftina berbijêrê Partiya Komarî Donald Trump gotûbêj kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra, axaftineke kurt pêşkêş kir, tê de behsa xebata ji bo cîbicîkirina pilanên kar ên ji aliyê desteya giştî ve di civîna wê ya dawî de hatine pesendkirin kir, û herwiha behsa amadekariyên tên kirin ji bo lidarxistina civînekê ji Desteya Rêvebir a Sindoqa Qerzdanê ya Nûavakirina Sûriyê re kir.
Amadebûyan li xwendineke siyasî ya li ser pêvajoya hilbijartinên Amerîka û fakterên bûn egera serkeftina Trump li hember kandîda Partiya Demokrat Kamala Herris û bandorên encamên van hilbijartinan li ser Rojhilata Navîn û bi taybetî li ser dosya Sûriyê gotûbêj kirin.
Her wiha rêyên hevkariyê bi rêveberiya dahatî ya Amerîkayê re bi awayekî ku aşitiyê li Sûriyê û navçeyê dabîn bike û ewlehî û aramiyê lê vegerîne gotûbêj kirin, û tekezî li ser giringiya bidawîanîna destdanîna rejîma Îranê li ser navçeyê û vekişandina milîsên wê yên mezhebî kirin.
Endaman awayên aktîvkirina piroseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 gotûbêj kirin.
Beşdaran tekezî li ser giringiya amadekarî û haziriyên ji senaryo û destkeftên paşerojê re û xurtkirina derfetên texmînkirî ên dikevin xizmeta doza gelê Sûriyê de û pêkanîna daxwazên wan ên dadmendî, azadî û demokrasiyê kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî