Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî, Hadî El-Behra, pabendbûna Yekîtiya Ewropî bi asayînekirina peywendiyan bi rêjîma Esed re, ranekirina sizayên li ser wê û destpênekirina nûavakirinê berî pêkanîna pêşketinên bêveger di proseya siyasî de û gihiştina çareseriyeke siyasî li gor biryara jimare 2254 a Encûmena Asayîşê, bilind nirxand.
El-Behra bal kişand ser wê yekê ku pabendbûna Yekîtiya Ewropî bi sozên xwe dibe alîkar ji bo gihiştina armanca sereke ku giheştina çareseriyek berdewam li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê ye, bi awayê ku têkeve berjewendiya daxwazên rewa yên gelê Sûriyê de û avakirina dewleteka dadwerî, azadî û demokrasiyê.
El-Behra tekezî li ser giringiya pabendbûna Yekîtiya Ewropî bi vê stratejiyê kir, her weha pêşxistina wê ji bo bidestxistina alavên bibandor ku pê fişarê li piştgirên rêjîma Esed bikin da bi awayekî rasteqîn beşdarî proseya siyasî bibe.
El-Behra tekez kir ku toreyên mafên mirovan hîn jî rojane berdewamiya rêbaza rêjîma Esed ya tepeserkirin, girtin û armanckirina sivîlan dişopîne, û ev yek sedem e ku Sûriya ji vegera penaberan re ne ewle ye, lewra berpirsiyariya civaka navdewletî ya aktîvkirina mekanîzmayên dadpirsîn û sizadanê zêde dike hember tawanên şer û tawanên dijî mirovatiyê yên ku li dermafê sivîlên Sûriyê pêk hatine û hîn jî berdewam in.
Tê zanîn ku berdevkê Yekîtiya Ewropî careke din tekezî li ser biryarên xwe yên derbarê Sûriyê kir, û got ku helwesta Yekîtiya Ewropî “wekî ku di biryarên Encûmenê yên li pey hev de hatiye diyarkirin, neguheriye: ne asayîkirina têkiliyan bi rêjîma Esed re, ne rakirina sizayan û ne jî alîkariya ji bo nûavakirinê tê pêşkêşkirin berî ku rêjîm bi awayekî kartêker beşdarî proseyeke siyasî li gor biryara 2254ê ya Encûmena Asayîşê bibe.”
Berdevkê Yekîtiya Ewropî tekez kir ku UNHCR “bi berdewamî piştrast dike ku şert û mercên vegera ewle, rûmetdar û bi dilxwazî li Sûriyê tune ne”.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî