Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran a Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ehmed Bekûra, tekez kir ku bûyera kuştina welatiyekî li gundewarê Qisêr li parêzgeha Humsê ji aliyê hêzên Esed ve, piştî redkirina wan hêzan ji vegerandina xaniyê wî re, eşkere dike ku tirseke rasteqîn heye ji vegerandina penaberên Sûrî bi darê zorê bo welatê wan, bi taybetî li Herêmên di bin kontrola rejîmê de.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan, duh çarşemê, ragihand ku welatiyê bi navê Mehmûd Hesen El-Hesen, yê ji gundê “Seqarca” yê bi ser bajarê Qisêr ê gundewarê Humsê ve ku berê karmend bû li Dezgeha Elektrîkê ya Humsê, di 5ê heyva mijdarê de, bi destê hêzên rêjîmê hat kuştin, piştî ku lêvegerandina mala wî ya li gund red kirin.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku ev bûyera belgekirî bi dehan dozên bê belge li pey xwe vedişêre, û anî ziman ku mirov nikare bêje ku Sûriye ewle ye ji ber berdewamiya operasyonên kuştin, girtin û îşkencekirinê, û kesên wê ewle bibînin û penaberan vegerînin berpirsyariya yasayî hember encamên wê hildigirin.
Bekûra bang li civaka navdewletî kir ku dadpirsînê aktîv bike ji bo sizadana berpirsên tawanên cengê li Sûriyê, û bal kişand ser giringiya aktîvkirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên girêdayî pirsa Sûriyê, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî