Xelkê bajarê Siwêdayê, îro înê, derketin xwepêşandanên girseyî li navenda meydana Kerame û daxwazên xwe yên azadî, rûmet û guhertina siyasî li gorî biryara navdewletî ya 2254 nû kirin.
Xwepêşanderan pankartên ku tekezîyê li ser berdewamiya têkoşîna aştiyane dikin heta bidestveanîna azadiyê, vegerandina samanên welat ên talankirî û avakirina saziyên rasteqîn ên dûrî gendeliyê, hilgirtin.
Xwepêşanderan tekez kirin ku Sûriyê bi hebûna rêjîma Esed ne ewle ye, û cezayên kotekî yên ku rêjîma Esed li dijî xelkê bajêr derdixe şermezar kirin, û behsa lîsteyên nû yên girtina zêdetir ji 100 çalakvanên ku beşdarî di tevgera aştiyane de kirine kirin, ku Rêjîmê ew hevwelatî bi “Wêrankirina mal û milk û alavên dewletê” tuhmetbar kirine.
Parêzer Muhennad Berekê navên wan kesan li ser şeş lîsteyên bi sernavê “Tawanên Cînayî” dabeş kiribûn, pênc lîste ji wan ji bo Dadwerê Lêkolînê li Siwêdayê bûn, û yek ji bo Dadweriya Leşkerî li Şamê bû, û hişyarî dabû xwediyên navên ku di lîsteyan de hatine ku di xelên kontrolê re derbas nebin û ji Swêdayê dernekevin.
Tora Siwêda24, şopandibû ku 14 kesên sivîl di cotmeha bûrî de tûşî girtin û binçavkirina bi darê zorê li parêzgeha Siwêdayê bûne.
Torê hemû binpêkirinên dijî sivîlên mêr pêk hatine tomar kirine, û desthilatên ewlekarî yên rêjîma Esed berpirs bûn di ber tevaya binpêkirinan de bi riya rêkarên girtina derveyî yasayê.
Torê ragihand ku di nav girtiyan de 5 sivîl hene ku di dema vegera wan ji Libnanê de ji aliyê dezgehên ewlekariyê ve di bûyerên cuda de hatine girtin, tevî hebûna biryara lêborîna serokatiyê.
Torê herwiha girtina bêserûber a 7 sivîlan ji hundirê nexweşxaneya Niştimanî ya Siwêdayê di dema lêgerîna kesekî de belge kiriye.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez kiribû ko Rêjîma Esed hewl dide tevgera aştiyane li Siwêdayê bi dawî bike, ji ber ku tevgera aştiyane li bajêr derewên rêjîmê û îdiayên wê eşkere kirin.
Hevbendiya Niştimanî bal kişand ser ko tevgera li Siwêdayê aştyanebûna xwe parast, û bîrwerbûna xelkê herêmê di têkbirina pîlan û xefikên rêjîmê de nîşan da, dema red kirin ku tevlî çi karê ku tevgera wan a aştyane bişêwîne û wan ji xeta siloganên wan derxe bibin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî