Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem Rehma, razîbûna xwe nîşan da ji daxuyaniyên serokê desteya karên derve ya Encumena Nûneran ya Amerîkî, Senator Michael McCaul, ên ku her hewleke asayîkirina têkiliyan bi rêjîma Esed re red kiribû û ew wek “şaşiyeke stratîcîk û şermeke ne exlaqî” bi nav kiribû.
Rehma di daxuyaniyeke rojnamevanî de, tekez kir ku rêjîma Esed tawanên hovane li dijî sivîlan pêk anîne, û bûye yek ji tawankarên herî mezin di dîrokê de, û amaje bi wê yekê jî kir ku asayîkirina peywendiyan bi vê rêjîmê re yek ji biryarên ku herî ziyandar in ji berjewendiyên welatan re ji ber ew navûdengê wan gemar dike.
Rehma amaje bi wê yekê jî kir ku rêjîma Esed guh nade berjewendiyên Sûriyê, ma ew ê çawa guh bide berjewendiyên welatekî din? û ti carî pabendî sozên xwe nebûye, bi derewînbûn û berepêkên xwe navdar e, çi di siyaseta xwe ya navxweyî an ya derekî de be.
Rehma tekezî li ser giringiya berdewamiya Waşintonê di rawestandina her hewleke vejandina rêjîma Esed kir, her weha cextî li ser karkirina ji bo aktîvkirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê pirsa Sûriyê kir, bi taybetî daxuyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254, ji bo gihiştina veguherîna siyasî ya ku daxwazên gelê Sûriyê yên azadî, rûmet û demokrasiyê pêk bînin.
Senatorê Amerîkî Michael McCaul di twîtekê li ser platforma “X” de, “bêhêvîbûna” xwe anî ziman derbarê raportên dibêjin ku Yekîtiya Ewropî hizra destnîşankirina nûnerekî xwe yê taybet li Sûriyê dike, û tekez kir ku asayîkirina têkiliyan bi rêjîma Esed re ” şaşiyeke stratîcîk û şermeke ne exlaqî ye”. .
McCall bal kişand ser ku ev yek ” ewlehî û aramiyê dabîn nake” û bang li Yekîtiya Ewropî kir ku “ji vê pilanê vegere.”
Senator McCaul tekez kir, “Ji ber vê yekê pêwîstiya Kongresê bi pêkanîna yasaya dijî asayîkirina têkiliyan bi rêjîma Esed re heye, aktîvkirina yasaya Qeyser berî dawiya salê jî têde ye,” û tekez kir, “Ez dê berdewam bim ji bo pêkanîna vê yekê.”
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî