Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê li Sûriyê, hejmara navend û jêrxanên ku ji destpêka sala 2024an ve ji aliyê hêzên rêjîma Esed, Rûsiya û milîsên PYDê yên terorîst ve hatine armanckirin serjimar kirin, û tekez kir ku hejmara navendên armanckirî li bakurê rojavayê Sûriyê gihiştiye 57 navendan.
Tîmê diyar kir ku wê armanckirina 10 kamp û navendên bicîbûna penaberan, 25 navendên perwerdeyê, 8 navend û avahiyên pizîşkî û 14 navendên cuda yên xizmetguzariyê (stasyonên elektrîkê, stasyonên avê, bazarên gelêrî, perestgeh û hwd.) serjimar kirine.
Hevrêzkarên Bersivdanê diyar kirin ku hejmara kuştî û birîndarên sivîl di encama armanckirinê de gihiştiye 26 qurbaniyan, 2 jin û 8 zarok di nav wan de hebûn, her weha 79 kes jî birîndar bûn, 14 ji wan jin û 18 zarok in, li gor serjimêrê 39 ji wan êrîşan li parêzgeha Idlibê, 18 jî li parêzgeha helebê pêk hatine.
Tîmê bal kişand ser vê yekê ku hejmara sûdmendên ji xizmetên navendên armanckirî 19 hezar û 756 kesên li kamp û navendên bicîbûna penaberan, 11 hezar û 383 zarokên li navendên xwendinê, 55 hezar û 871 kes li navend û avahiyên pizîşkî û herwiha 571 hezar û 224 kes li navendên xizmetguzariyê yên cuda ne.
Tîma Hevrêzkarên Bersivdanê got ku hejmara avahiyên armanckirî yên beşek ji mekanîzmaya bêalî ya pêşîgirtina li armanckirinê bûn gihîştiye 12 avahiyan.
Tîmê tekez kir ku hêzên rejîmê berpirsên 41 êrîşan bûn, piştre jî çekdarên PYDê yên terorîst berpirsên 7 êrîşan, û hêzên Rûsî berpirsên 6 êrîşan û 3 êrîş bi destê aliyin din bûn.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, tekez kiribû ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku bi tedbîrên bergiriyê rabe ji bo rawestandina tawanên berdewam ên rêjîmê li dijî sivîlan, ku zarok û jin jî di nav wan de hene herweha navendên giştî, wek dibistan û nexweşxaneyan û binpêkirinên wê yên gelek caran ji peyman û protokolên agirbestê re.
El-Behra herweha got ku nebûna tevgereke navdewletî ya bibandor li dijî tawanên rejîmê û hevalbendên wê, dihêle zêdetir tawan û binpêkirinên yasayên navdewletî yên ku armanckirina navendên xwendinê û dibistanan qedexe dikin û wan dûrî bombebarankirinê diparêze hebin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî