Hêzên Rêjîma Esed, Mihemed Elî Hisên El-Derawşa, bavê zarokê bi nexweşiya penceşêrê, serbest berda, piştî fişarên gel û êrîşkirina komên çekdar li ser şeş xalên kontrolê yên rêjîmê li seranserê parêzgeha Deraayê.
Malpera Kombûna Azadîxwazên Houranê, got ku Şaxa Îstixbarata Hêza Asîmanî duh yekşemê piştî nîvro, El-Derawşa yê ji bajarê Deraa piştî binçavkirina hefteyekê azad kir, ku berî berdanê bi du rojan ew ji Şama paytext anîbû Dezgeha Îstixbarata Hêzê Asmanî li bajarê Darayê.
Hêzên rejîmê El-Derawaşe di 2ê heyva mijdarê de, li xala pişkinînê ya “Elsenter” li başûrê Şamê, li ser rêya navdewletî Şam-Deraa, dema berê xwe dabû Şamê bo seredana zarokê xwe yê yekta, Elî, yê ku bi nexweşiya şekirê xwînê ye, û dermankirina xwe li nexweşxaneyek li Şama paytext temam dike girt.
Li gorî Kombûna Azadîxwazên Houranê, azadkirina El-Derewşe piştî wê yekê hat ku fişarên xelkê di du rojên borî de zêde bibûn, di encama armanckirina 6 xalên pişkinînê yên Hêzên Asayişa Asmanî li deverên curbicur ên parêzgeha Deraayê, her weha armanckirina wan ji Navenda Ewlekariya Dewletê li bajarê Înxil li bakurê Deraayê re.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Mihemed Qeddah, got ku rêjîma Esed tenê şêwazê zorê dizane û jê fam dike, û ji ber berdewamiya operasiyonên girtina kotekî, îşkencekirin, windakirina bi zorê, û daxwaza fidyeyê wek berdêl ji berdana girtiyan re, êrîşkirina ser xal û navendên leşkerî û ewlekarî yên rejîmê û revandina efserên wê, çareseriya herî guncaw a ku rejîmê neçar bike ku xizmên wan yên girtî serbest berde.
Qeda tekez kir ku ev şêwaz ji aliyê Azadên Deşt û Çiyê ên başûrê Sûriyê ve hate bikaranîn, ji bo rizgarkirina girtî û revandiyên xwe yên li ser destê rêjîmê û milîsên wê, ku nehiştin hêzên rêjîmê kiryarên bi vî rengî bidomînin, nemaze ku Hêzên rêjîmê dixwazin bi girtina sivîlan çekan û pereyên zêde ji xizmên wan bistînin.
Girtina kotekî ya sivîlan dûbare dibe, bi taybetî li ser xalên kontrolê yên leşkerî yên li ser rêya navdewletî Şam-Dera, nemaze xalên kontrolê yên El-Senter û Menket El-Hetab.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî