Encûmena Xwecihî ya Efrînê ya girêdayî Wezareta Rêvebiriya Xwecihî di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de, bi çavdêriya Rêveberiya Avê li herêmê û hemahengîya li gel encûmena xwecihî ya navçeya Maabatlê, bi piştgiriya Rêxistina Behar, projeya çaksazkirina wêstgehên avê yên “El-Rehmaniye1” û “El-Rehmaniye 2” bidawî kir, piştî rawestana zêdetir ji deh salan.
Proje avakirina du tankên betonî yên bilind ku qebareya her yekê ji wan 80 metre sêca ye, ku dê avê ji zêdetirî 8,500 kesî re li neh gundan peyda bike, û dê xebitandina her du stasyonan bi sîstema enerjiya rojê be.
Ev xebat di çarçoveya baştirkirina jêrxana herêmê û bihêzkirina domdarmana çavkaniyên avê ji bo xizmeta xelkê û misogerkirina gihîştina ava paqij ji wan re ye.
Ji aliyê xwe ve meclisa xwecihî ya bajarê Babê ya girêdayî Wezareta Rêveberiya Xwecihî di hikûmeta demkî de, diyar kir ku Rêveberiya Xizmetguzariyên Şaredariyan dest bi ziftkirin û kuçekirina rêya bexçe ya ku ber bi aliyê rojava ve (jêdera avê) diçe, ji bo baştirkirina rê û hêsankirina hatinûçûnê, di çarçoveya xebatên xwe yên berdewam de ji bo baştirkirina binesaziyê û dabînkirina jîngeheke trafîka ewle ji welatiyan re.
Encumana xwecihî ya bajarê Ezazê û gundewarê wê yê girêdayî Wezareta Rêveberiya Xwecihî ya Hikûmeta Demkî, diyar kir ku ofîsa wê ya xizmetguzariyê temamkirina raxistina qûmê û amadekirina binesaziya rêya başûrê rojava beriya ziftkirina wê dike, bi mebesta kêmkirina fişara trafîkê û temamkirina rêxistinkirina plansaziya bajêr.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî