Hêzên Esed îro sêşemê, dîsa gund û bajarokên gundewarê Helebê û Hemayê bi firokeyên xwekujî bombebaran kirin, di demekê de ku gurkirina leşkerî berdewam e û bûye sedema ketina hejmarek qurbanî û koçberbûna nişteciyan.
Çalakvanan gotin ku balafirên bêfirokevan ên xwekuj yên hêzên rêjîmê roja Sêşemê bajarê Daret Ezza li gundewarê rojavayê Helebê kirin armanc.
“SûryaTV” bal kişand ser ku hêzên rêjîmê bi çend balafirên bêfirokevan “xwekuj” gundê Kefer Amê li gundewarê rojavayî Helebê armanc girtin, û bi heman rengî bajarokê Teqad yê nêzîk, herweha derdora gundên Halouba û Ankawî li deşta Ghab li gundewarê Hemayê kirin armanc û gotin ku ziyan tenê madî bûn.
Tora Sûrî ya Mafên Mirov eşkere kir ku hêzên Esed duh, duşemê, bi sê firokeyên xwekujî bajarokê Teqad li gundewarê rojava yê Helebê bombebaran kirin, û di encamê de 3 sivîl birîndar bûn û ziyanên madî li çend otombîlan û motorsîkletekî bûn.
Yekşema bûrî, hêzên rêjîmê bajarok û gundên gundewarê Idlibê yê başûr bi balafirên bêpîlot ên xwekujî û topa giran kirin armanc.
Tîma Hevrêzkarên Bersivdayînê li Sûriyê bal kişand ser wê yekê ku hejmara navend û jêrxanên ku ji destpêka sala 2024an ve ji aliyê hêzên rêjîma Esed, Rûsya û çekdarên PYDê yên terorîst ve hatine armanckirin, gihîştiye 57 navendan, û got ku hejmara qurbaniyan gihîştiye 26 kesan, 2 jin û 8 zarok di nav wan de hene, herweha 79 birîndar çêbûn, 14 ji wan Jin in û 18 zarok in, li ser parêzgeha Idlibê bi 39 êrîşan, piştre li Helebê bi 18 êrîşan belav bûne.
Berevaniya Sivîl a Sûrî, hişyarî da derbarê karesateke mirovî ya nû û pêlên koçberbûnê yên texmînkirî bi nêzîkbûna zivistanê re, ji ber berdewambûna gurkitina serbazî ji aliyê hêzên rejîmê ve li deverê.
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî berdewamiya armanckirina sivîlan bi tundî şermezar kir, û bang li civaka navdewletî kir ku tedbîrên rêgir bigire ji bo rawestandina tawanên rêjîmê yên berdewam li dijî sivîlan.
Hevbendiya Niştimanî amaje kir ku nebûna tevgereke navdewletî ya bi bandor li dijî tawanên rêjîmê û hevalbendên wê, dihêle ku ew bêtir tawanan pêk bînin û rewişt û yasayên navdewletî yên ku armanckirina navendên xwendinê û dibistanan qedexe dikin û rê li ber bombebarankirina wan digirin, binpê dikin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî