Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat ,tekez kir ko rêjîma Esed herdem alîkariyên navdewletî ji bo fînansekirina maşîna leşkerî û pirojeyên xwe yên aborî bikar tîne, û ew kesên ku bi rastî hewcedar in jê bêpar dihêle, û matmayîna xwe nîşan da derbarê ku dewletên bexşkar çawaniya dabeşkirina alîkariyan û gihiştina wan ji kesên ji wan re hatine şandin naşopînin.
Berekat di daxuyaniyeke rojnamevanî de amaje bi wê yekê kir ku ji aliyên bexişkar tê xwestin ku bi lezgînî ji bo piştrastkirina ku rêjîma Esed alîkariyên mirovî di pirojeyên xwe yên aborî de bikar nayîne, û daxwaz kir ku vekolînek çêbibe derbarê hejmarek bûyerên ku ji aliyê medya û rêxistinên mafên mirovan ve hatine belgekirin.
Berekat tekez kir ku lêkolîn û wêneyan diyar kirine ku hêzên Esed di demên berê de alîkariyên hawarçûnê bikar anîne, her weha got ku lêkolîna nû ya “Sûriya TV” derbarê bikaranîna rêjîmê ji alîkariyên navdewletî re di avakirina pirojeyên xwe yên eqarî de, û ev yek wan bexişkaran datîne pêşiya berpirsiyariyên wan ên yasayî û exlaqî.
Berekat bal kişand ser ku dizîna van alîkariyan dike ku bandora wan berevajî û bêkêr be, ji ber ku ew bûye çavkaniya dahatê ji rêjîmê û maşîna wê ya leşkerî re, ya ku di kuştina sivîlan de berdewam e û nahêle Sûriya ewle bibe.
Televîzyona Sûriyê lêkolînek dirêj belav kir û tê de eşkere kir ku rêjîma Esed alîkariyên navdewletî ji bo cîbicîkirina pirojeya eqarî ya” Marota City” bikar tîne.
Jêderekî ji parêzgeha Şamê ji malpera Sûrya TV re ragihand ku Kompaniya Şam a pereyan xwerdigire, sûdê ji keresteyên avakirinê yên ji bo avakirina dibistanan û peydakirina jêrxaneyan li navçeyên ku erdhejê bandor li wan kiriye wergirt, û ew ji bo avakirina blokên niştecihbûnê li “Marota city” bikar anîn.
Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku dest bi avakirina binesaziya wê projeyê bûye, bi bikaranîna keresteyên avakirinê yên ku ji bo avakirina dibistanan ên bi piştevaniya Ewropî derbasî Sûriyê bûne, û di destpêka îsal de rûbera ji bo herêma nexşekirî hatiye terxankirin, ya yekem li başûrê rojhilatê Mezzê, li pişt El-Razî, 214,9 hektar bû, û ya duyemîn 890 hektar bû ku başûrê korîdora başûr (El-Lawan – Beyader Nader – Nehr Aişe – Eldehalîl – Qedem Rojhilat-Rojava) ji bilî Assali heta Kolana 30 têde ne.
Çavkaniyê diyar kir ku heyama cîbicîkirina pirojeyê pênc sal e, û hemû avahî û xanî li gorî qonaxên cîbicîkirina pirojeyê dê bên jinavbirin, bêyî dabînkirina cihên alternatîf bo xwediyên xaniyan û cihên bazirganan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî