Encumena xwecihî ya bajarê Ezazê û gundewarê wî, ya girêdayî Wezareta Rêvebiriya Xwecihî di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de, got ku ofîsa perwerdeyê kar dike ji bo zêdekirina hejmara kadroyên xwe yên perwerdeyê li gorî zêdebûna hejmara xwendekaran li dibistanên bajêr.
Encûmenê amaje bi wê yekê kir ku Nivîsgeha Perwerdê dest bi zincîreka rahênanê kir bi armanca zêdekirina pisporiya pratîkî a mamosteyan, çi di awayên perwerdeya nûjen de be û çi jî ji bo karê di ofîsan de be, ji bo dabînkirina perwerdeke bi asteke baş ku li gorî daxwazên xwendekaran û bi dilê malbatên wan be.
Encumen diyar kir ku ofîsa wê ya xizmetguzariyê xebatên çaksazkirin û avakirina binesaziya bajêr û gundewarên wî didomîne, ji ber ku xebatên ziftkirinê li navçeya bakurê bajêr hîn jî berdewam in.
Encûmenê tekez kir ku ofîsa xizmetguzariyê kar dike ji bo çaksazkirina cadeyên herî zêde zirar gihaye wan bi rêya nûkirina wan bi kevirên “enterlok”, ji bo hêsankirina tevgera trafîkê û kêmkirina fişarê ji ser rêyên sereke.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî