Hevrêzkarê Girûpa Karûbarê Penaber û Derbideran di Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî de, Ehmed Bekûra, tekez kir ko sûriyên ku ji Libnanê direvin ji beşên herî lawaz in di kirîza niha de, û tekezî li ser guhdana Hevbendiya Niştimanî di hemû civînên xwe yên navdewletî de bi zelalkirina vê yekê kir, da jiyana wan rizgar bike û parastina wan misoger bibe.
Bekûra di daxuyaniyeke rojnamevanî de tekez kir ku rêjîma Esed ne xemxura çarenivîsa sûriyên ku ji Libnanê direvin ne, û hîn dan û standinê bi awayekî leşkerî ya xwîndar dike, ji ber ku kuştin, girtin, eşkencekirin û leşkerkirina bi zorê berdewam in, û got ku ev binpêkirin ji aliyê hejmarek rêxistinên mafên mirovan yên herêmî û navneteweyî ve hatine belgekirin.
Bekûra bal kişand ser wê yekê ku Hevbendiya Niştimanî bi xurtî dosya Sûriyên ku ji Libnanê reviyane dişopîne, û gelek civîn bi nûnerên dîplomatîk, saziyên Netewên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan re li dar xistine, û daxwaz ji Netewên Yekbûyî kiriye ku li hember binpêkirinên li Sûriyê pêk tên raweste, ji ber rewş ne ewle ye û gereke tedbîr hebin da ewlehiya Sûriyên ji Libnanê direvin dabîn bikin.
Bekûra got ku Sûriyên ku ji Libnanê direvin ji du aliyan de derdê metirsiyan dikişînin, yek jê berdewamiya şer û bombebaranê û siyasetên stemkarî yên dijî wan tên meşandin, û ya dî dema vegera Sûriyê ye, ji ber binpêkirinên berdewam ên rêjîma Esed û berçavnegirtina rewşa mirovî ya dijwar ya ku ew têde dijîn.
Bekûra amaje bi wê yekê kir ku Hevbendiya Niştimanî amadebûna xwe diyar kiriye ji bo pêşwazîkirina Sûriyên ku ji Libnanê reviyane û xwestiyên rijêma Esed in, û anî ziman ku zehmetî li pêşiya vê pêvajoyê hene, ya herî girîng jî ew e ku Rêjîm qebûl bike ku rê bide van xelkan ku ji navçeyên jêr kontirola wê de bo deverên rizgarkirî bên veguhestin û amaje bi wê yekê jî kir ku Hevbendiya Niştimanî hê jî li benda garantiyan e da dest bi veguhestina wan Sûriyan bike.
Bekûra daxwaz ji Netewên Yekbûyî, rêxistinên wê û Encûmena Ewlekariyê bi taybetî kir ku Sûriyên li Libnanê dijîn û yên ji wir direvin biparêze, û amaje bi wê yekê kir ku belge û rapor hene û ji aliyên navdewletî re hatiye zelalkirin ku rêjîma Esed reftarên xwe yên li hember penaberan neguhertine û dibe ku kesên vedigerin rastî metirsiyê bên ji ber tawanên xerab ên ku rêjîma Esed bi wan vedike.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî