Monday, June 2, 2025
  • AR
  • TR
  • EN
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçe
    • Nûçeyên Hevbendiyê
    • Nûçeyên Xwecihî
    • Nûçeyên Meydanî
    • Nûçeyên Navnetewî
  • Derbar
    • Armancên Hevbendiyê
    • Hêmanên Hevbendiyê

    • Gotara Niştimanî
    • Çarçoveya Pêşxeriya Siyasî
    • Dîtina Siyasî
    • Komîteyên Hevbendiyê
    • Pêkhateyên Hevbendiyê
    • Dezgehên Peywendîdar
    • Dezgehên Hevbendiyê
  • Keval
    • Desteya Serokatoyê
    • Desteya Siyasî
    • Desteya Giştî
    • Nûnerên Hevbendiyê
  • Dîtber
    • Vîdyograf Sûriya
    • Pêşengeha Wêneyan
    • Wêne û infograf
No Result
View All Result
Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê
  • AR
  • TR
  • EN
Home Nûçe Nûçeyên Hevbendiyê

Desteya Danûstandinan a Sûrî li Brukselê civîneke şêwirkarî ya berfireh li dar dixe

November 13, 2024
in Nûçeyên Hevbendiyê
Reading Time: 4 mins read
A A
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Türkçe Nüsha
Desteya Danûstandinan a Sûrî li Brukselê civîneke şêwirkarî ya berfireh li dar dixe

Roja duşemê, li Bruksela paytexta Belcîka, Desteya Danûstandinan a Sûrî civîneke rawêjkariyê bi civaka sivîl re di bin navê “Pêşketinên di rewşa Sûriyê û pêvajoya siyasî de” li dar xist, bi armanca xurtkirina diyalog û hevkariyê di navbera Desteyê û civaka sivîl, partiyên siyasî, hêzên çalak û lobiyên sûrî de, û bestina hevpariyên stratejîk ên ku piştgiriyê didin armancên niştimanî yên hevbeş û proseya siyasî.
Ev civîn bizavek e ji bo kûrkirina peywendiyan bi beşên herî berfireh ên civaka sivîl re û gotûbêjkirina pêşhatên dawî yên girêdayî pêvajoya siyasî ya Sûrî, û bûyerên bilez çêdibin li ser asta Sûrî, herêmî û navdewletî, û danîna mîkanîzmayan ji bo şêwirîna li gel beşên berfireh ên civaka sûrî li Ewropa û welatên penaberiyê.
Serokê Desteya Danûstandinan a Sûrî Bedir Camûs, endamên Desteyê Enes El-Ebdeh û rêveberê ofîsa Cinêvê Hisên Sebax û endamê Hevbendiya Niştimanî Mihemed Yehya Mektebî di civînê de beşdar bûn, û hejmareke mezin ji xebatkarên civaka sivîl, rêxistin, sendîka, partî û kesên serbixwe yên çalak li ser asta siyasî û civakî amade bûn.
Di hevdîtinê de Serokê Desteyê Bedir Camûs şiroveyeke berfireh û giştgîr li ser xebata dîplomatîk, siyasî û yasayî li ser asta herêmî û navdewletî ku ji aliyê Komîsyonê ve ji bo bicîkirina çareseriya siyasî ya berfereh li ser bingeha biryarên navdewletî, bi taybetî biryara 2254 ya Neteweyên Yekbûyî pêşkêş kir, tê de helwest û stratejiyên welatan diyar kirin, û ronî da ser kêşeyên li pêşiya proseya siyasî, zehmetiyên tên pêşiya Desteyê, û bizavên wê li ser asta navdewletî û di Encûmena Ewlekariyê de ji bo pêşdebirina proseya siyasî û hiştina dosya Sûriyê di nav pêşaneyên sereke yên welatan de.
Camûs şiroveyek li ser hevdîtinên berfereh bi şanderên welatan û siyasetmedar û dîplomatan re li ser asta Erebî û navdewletî û xebatên berdewam ên desteyê li ser asta Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê, û peywendiya bi endamên Encûmena Ewlekariyê re ji bo şirovekirina rewşa Sûriyê pêşkêş kir, û behsa metirsiyên berdewamiya astengkirina çareseriya siyasî ji aliyê rêjîma Esed ve û dûrketina ji cîbicîkirina biryarên navdewletî yên li ser wan hatiye lihevkirin û divê bên cîbicîkirin û hewildana razîkirina van welatan kir, ji bo peydakirina mîkanîzmayên ferzkirinê li ser hemû aliyan ji bo biryarên navdewletî, ji peymana Cinêvê heta bi biryarên 2118 û 2254, cîbicî bikin.
Camûs behsa pêkhateyên Desteyê û lihevkirinên wê, pirensîpên giştî yên stratejiya wê, û karûbarê wê weke aliyekî danûstandinê ku nûnertiya Sûriyê dike, kir.
Her wiha li ser karê ofîsên Desteyê û karê ku li gel rêxistinên navdewletî yên têkildarî mijarên penaberan, girtiyan, windayan, berpirsiyarî û dadweriya veguhêz dike, axivî.
Camûs bi amadebûyan re giringiya hevbeşiya di navbera Desteyê û civaka sivîl de gotûbêj kirin, û li ser rol û giringiya lobiyên sûrî û pêwîstiya karekî hevgirtî yê tevayî ku piştgiriyeke bihêztir ji doza Sûriyê re li ser asta giştî dabîn dike axivîn.
Camûs tekezî li ser pêwîstiya avakirina hevpeymaniyên hevseng, wekhev û hevtemamker di xebatê de kir. ji bo baştirkirina awayê karê her kesî û gihîştina encamên bibandortir, û li ser rola xizmên qurbaniyan di livandina van dosyeyan de axivî.
Di civînê de amadebûyan rewşa penaberên Sûriyê, kêşe û metirsiyên ku rûbirûyê wan dibin, bi taybetî penaberên Sûrî yên li Libnanê û metirsiyên dutaq ên tûşî wan dibin, çi li Libnanê bin yan jî dema ew birevin Sûriyê, û gefên rêjîmê dema vexwendin û girtina wan, û tirsa ji wê yekê ku rêjîm hewl dide guhertineke demografî bi riya penaberên Libnanî yên ku tên Sûriyê de çêbike, û pêwîstiya ku ji karsparteya penaberan UNHCR were xwestin ku rewşê bi hûrbînî û zelalî bişopîne.
Camûs tekez kir ku Desteyê dest ji pirensîpên bingehîn ên şoreşê bernedaye û nade, û pabendî çareseriya siyasî li gor biryarên navdewletî ye, û tekez kir ku rêya bingehîn rêya Cinêvê ye, û niyeta komîsyonê ew e ku hewl bidin careke din bi Washington re kar bikin da ku rêveberiya Amerîkî bi pêwîstiya pejirandina stratejiyek nû ji Sûriyê re razî bikin, û wê bighînin wê baweriyê ku tenê destûrek nû, hilbijartin û guhertinek siyasî ya berfereh û ji kok de dikare ewlehî û aramiya berdewam garantî bike, û Sûriye nemîne weke navenda metirsî û aloziyê li herêmê.
Gotûbêjên girîng, zelal û kûr di navbera amadebûyan û serkirdayetiya Desteyê de pêk hatin, û tekezî li ser pêwîstiya çavdêrîkirina alîkariyên ku dê bi rêya pirojeya Başkirina Zû de bêne pêşkêşkirin kirin, her weha gotûbêj li ser giringiya xweragiriya stratîjîk û kêmnekirina armanc û hêviyên gelê Sûriyê hat kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî

Tags: Brukselcivîna şêwirkarî
Share8TweetSend

Related Posts

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî
Nûçeyên Hevbendiyê

Hejmarek mezin ji mirovan ji ber paşmayên cengê dibin qurbanî

January 8, 2025
Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike
Nûçeyên Hevbendiyê

Wêstgeha Eyn El-Beyda dest bi ceribandina dana avê bo bajarê Babê dike

December 26, 2024
Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye
Nûçeyên Hevbendiyê

Ebdulletîf: Dêrezor hatiye paşguhkirin û pêwîstiya wê bi alîkariya navdewletî ji bo nûavakirinê heye

December 24, 2024
Next Post
Şandeke Hevbendiya Niştimanî serdana encûmena xwecihî ya bajarê Cindirêsê dike

Şandeke Hevbendiya Niştimanî serdana encûmena xwecihî ya bajarê Cindirêsê dike

Lêgerîn

No Result
View All Result

Nûçeyên Dawî

  • Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike
    January 30, 2025
    Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Hadî El-Behra, pîro...
  • Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye
    January 30, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, Heysem ...
  • Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer
    January 29, 2025
    Emîndarê Giştî yê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Heysem R...

Nûçe

Elbehra pîrozbahiyê dide gelê Sûriyê bi helkefta serkeftinê û bidestxistina serok Şer’i ji baweriyê re pîrpz dike

Rehma: Serkeftina ku em dijîn encama fedekariya hemû gelê Sûriyê ye

Rehma daxwaza alîkariyê ji civaka navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî dike ji bo rakirina mayînan û bermahiyên şer

El-Bahra spasiya Yekîtiya Ewropî dike li ser pêkanîna daxwazên gelê Sûriyê yên rakirina sizayan

Neguhêrên Hevbendiyê ev in: parastina serbixwebûn û serweriya niştimanî ya Sûriyê, di çarçova yekbûna xak û gelê wê de, û Hevbendî kar ji bo ruxandina rijêmê û tevaya sîmbolên wê dike, jihevxistina dezgehên wê yên ewlekarî û sizakirina kesên destên wan bi xwîna Sûriyan bûye, û bizavê ji bo pêkanîna veguhestina siyasî di Sûriyeke sivîl û demoqrat û firealî dike.

  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Siyasî
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê

© Mafên belavkirinê li bal Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê parastî ne 2012. Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • Sereke
  • Daxwiyanî
  • Nûçeyên Hevbendiyê
  • Nûçeyên Xwecihî
  • Nûçeyên Siyasî
  • Vîdyograf Sûriya
  • Kongirên Rojnamevanî
  • Desteya Giştî
  • Dezgehên Hevbendiyê
  • Komîteyên Hevbendiyê
  • Nivîsgehên Hevbendiyê
  • النسخة العربية
  • English Version
  • Turkçe

© 2025 JNews - Premium WordPress news & magazine theme by Jegtheme.