Şandeke Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, serdana encûmena xwecihî ya bajarê Cindirêsê kir û bi serokê encumenê Mihemed el-Hesen re civiya, û bi hev re rewşa xizmetguzariyê û rastiya jiyanê li bajêr herweha hewcedariyên meclisê û zehmetiyên li pêşiya karê wê gotûbêj kirin.
Şanda Hevbendiya Niştimanî ji hevrêzkara nivîsgeha Hevbendiya Niştimanî li herêmên rizgarkirî Necîb Rehmûn û endamên Hevbendiya Niştimanî Atif Zirêq, Mihemed Şêx Reşîd, Es’ed Elîto, Mihemed Selîm El-Muxlif û Yûsif Ebas pêk hat.
Şandê pêşketina kar li bajêr di warê xizmetguzarî û rêveberî de, bi taybetî çaksazkirina avahî û navendên ku ziyan gihaye wan ji ber erdheja wêranker a ku di destpêka sala 2022an de li Sûriya û Tirkiyê xistibû.
Şanda Hevbendiya Niştimanî karê encûmena xwecihî û hewlên wê yên peydakirina pêdiviyên serekî ji bo baştirkirina rewşa pizîşkî, xwendin û xizmetguzariyê ya xelkê bilind nirxand.
Şandê her wiha serdana navenda polîsên leşkerî ya bajarê Cindirêsê kir û bi fermandarê polîsên leşkerî lîwa Ebdul’îlah Hemadîn re hevdîtin pêk anî û li şiroveya wî ya derbarê rewşa ewlehîyê li bajêr û xebatên ji bo parastina aramî û ewlehiyê guhdarî kir, û behsa rûbirûbûna êrîşên terorîstî yên ku her demekê ji aliyê milîsên terrorist ên PYDê ve tên pêkanîn kirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî