Wezîrê Darayî û Aborîyê di Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de Ebdulhekîm El-Mesrî civînek bi karsazên Sûrî yên li Mêrsîna Tirkiyê re li dar xist û li ser derfetên veberhênanê yên li herêmên rizgarkirî gotûbêj kirin.
Di civînê de nûnerên Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya bajarê El-Ra’î, Rêvebirê Giştî yê Gumrikê û Alîkarê Rêvebirê Giştî yê Karûbarên Derwazên Sînorî amade bûn.
Amadebûyan behsa ketwara navçeyên rizgarkirî û rewşa veberhênanê li wê derê û kêşeyên ku di wî ware de derdikevin gotûbêj kirin, û wezîr tekezî li ser rola giring a karsazên Sûriyê di handana li ser veberhênanê û vegerandina pereyên sermayedarên sûrî bo welat kir.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî