Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Ebdulmecîd Berekat, pêşwazî li sizayên nû yên Amerîkî kir, ew sizayên dijî kompaniyên bazirganî yên ku piştgiriya çalakiyên rêjîma Esed û Îranê dikin ji bo têkdana ewlehî û aramiyê li Sûriyê û deverê.
Di daxuyaniyeke rojnamevanî de, Berekat tekezî li ser giringiya sepandina sizayên zêdetir li ser rêjîma Esed, Îran û sazî û kompaniyên girêdayî wan kir, ji bo têkdana kiryarên wan ên xerab li herêmê da nehêlin pereyan ji bo gerandina makîna xwe ya leşkerî bi dest bixînin.
Û bal kişand ser wê yekê ku pêwîst e pêvajoya sizayan rasterasttir be li ser saziyên bingehîn ên ku piştgiriya rejîmê dikin û nehêlin bandor li jiyana welatiyan bibe, û hevdem be ligel siza û tedbîrên siyasî ku xizmeta aktîvkirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî bikin û pirsgirêka Sûriyê bi riya daxwiyaniya Cinêvê û biryarên 2118 û 2254 çareser bikin.
Duh, pêncşemê, Wezareta Xizînedariya Amerîkayê siza li ser kompanya“El-Qatercî”û kes û gemiyên girêdayî kompaniya ku ji rejîma Esed re kar dike sepandin, ji ber piştgîriya wan ji milîsên pasdarên Şoreşa Îranê û Hûsiyên terrorist re.
Wezaretê di daxuyaniyekê de got ku sizayan nêzîkî 26 kompanî, kes û keştiyên girêdayî kompaniya El-Qatercî kirine armanc, û da zanîn ku ew bûne faktera peydakirina bi sedan milyon dolar wek dahatê bo berjewendiya milîsên terorîst bi rêya firotina petrola Îranê ji rejîma Esed û Çînê re.
Di vê çarçoveyê de, berpirsê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, Bradley Smith got: Îran pişta xwe bi hevkarên sereke yên bazirganiyê yên weke kompaniya “El-Qatercî” rast dike, ji bo fînansekirina çalakiyên xwe yên nehiştina aramiyê, û bûye sîwanek ji bo wan kesên navgîn ên terrorist li deverê.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî