Duh, pêncşemê, hin girûpên xwecihî li bajarokê Xedîr el-Bustan li gundewarê Quneytra, dijî hêzên Esed derketin dema ku hewil dan bajarok kontrol bikin û kampaniyeka girtinê li wê derê pêk bînin.
Kombûna Azadîxwazên Houranê, got ku dewriyeke hevbeş ji hêzên Esed, yên girêdayî şaxên Ewlekariya Leşkerî û Ewlekariya Dewletê, hewl da ku bigire ser çend malên bajarokê Xedîr El-Bustan û du kesên wî bajarokî bigire.
Û bal kişand ser wê yekê ku dewriyeya hêzên ewlekariyê ji sê otombîlên bi çekên dijî firokeyan barkirî pêk hatibû, tevî otombîleke serbazî û otombîleke din.
Herweha anî ziman ku yekser piştî ku dewriyeya hevbeş gihişte taxa bajêrê Xedîr El-Bustan a rojava, rastî gulebaraneke giran ji aliyê komên xwecihî hat, ku bû sedema ketina kuştî û birîndaran di nav hêzên rêjîmê de û yekser hatin veguhestin bo nexweşxaneya “Memduh Abaza”a li gundewarê bakurê Quneytra.
Girûpê got ku dewriye piştî gulebaranê ber bi navenda bajêr de vekişiya û pişt re bi temamî ji herêmê derket.
Girûpê diyar kir ku ev pevçûn di demekê de ye ku alozî li gundewarê Qunêtra berdewam e piştî çend kampanyayên berê yên ku ji aliyê hêzên rêjîmê ve hatin pêkanîn, ya dawî di 8ê îlonê de bû ku di encamê de herî kêm pênc kes hatin girtin.
Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî Mihemed Qedda, got ku rêjîma Esed tenê bi zimanê zorê dizane û jê pêve fam nake, û ji ber berdewamiya operasiyonên girtina kotekî, îşkencekirin, windakirina bi zorê û xwestina fîdyeyê wek berdêla berdana girtiyan, wan xelkan dîtin ku êrîşkirina ser xal û navendên leşkerî û ewlekarî yên rejîmê û revandina efserên wê, çareseriya herî guncaw e ku rêjîmê neçarî berdana xizmên wan ên girtî bikin.
Qedda tekez kir ku ev rêbaza xelkê başûrê Sûriyê ye ji bo azadkirina girtî û revandiyên xwe yên ji aliyê rêjîmê û milîsên wê ve hatine girtin, û rêgirtine li pêşiya hêzên rêjîmê da kiryarên bi vî rengî rawestînin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî